HESEKÊ- Li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li dar xist. Ciwanan ji çerxerêya Nisir a li taxa Salihiyê heta çarexerêya Şehîd Serhed a taxa Miftî meşiyan. Ciwanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.
Li çerxerêya Şehîd Serhed endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê Sara Hesen got: “Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina tecîrdê li ser Rêber Abdullah Ocalan hewl dide zextê li gelên Kurd û gelên Rojhilata Navîn ên ku bi felsefeya wî bawer in, bike. Her çiqas tecrîdê giran bikin wê bi ser nekevin. Em ê li qadan bin heta ku azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin.”