NAVENDA NÛÇEYAN- Di daxuyaniyê da hat diyan kirin ku rewşa Rêber Apo ne rewşekî polîtîke ,rewşa Rêber Apo di metirsiyê da ye daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan wiha ye:
Dewleta faşîst a dagirker bist û çar salin liser Rêber Apo tecrîda giran û îşkence dimeşîne. Roja yekem a komploya navdewletî heta îro li ser Rêber Apo polîtîqayên îmha kirinê meşandine û xwastine Rêber Apo îmha bikin. Lê be lê bi berxwedaniya Rêber Apo û ciwanên fedaiyên Rêber Apo ev polîtîka vala hatine derxistin. Lê belê dewleta faşîst ya tirk û hêzên hegomonîk tu carî ji vî armanca xwe paşva gav neavêtiye û her nav lêgerina serxistina vê polîtîkaya xwe de bûye.
Demên borî de jî ji ber ev lêgerînên îtîfaqa faşîstan hin kiryarên me bike nav gûmanan rûdan. 21 mehin em ji rêberê xwe agahî nagrin, tecrît û îzolasyon her diçe girantir dibe. Herî dawî jî CPT daxuyanî dabû û bi Rêber Apo re hevdîtin kirina xwe anîbûn ser ziman. Lê belê piştre hat zanîn ku bi Rêber Apo re hevdîtin nehatiye kirin û cpt gelê Kurd û dostên wî xapandiye. Vê rewşê em asta jor de cîddî dest digrin û dikevin nav gûmanên metirsîdar. Em wek ciwanên Apoyî radigihînin ku ev ji bo me meselekî jiyaniye, em ev planên ku tê meşandin bi tenê bi dewleta faşîst a tirk re sînordar nagrin dest. Ev plan û armancekî navdewletiye û helwesta cpt jî viya îspat kiriye. Roja yekem a tekoşîna Rêber Apo heta îro şexsê Rêber Apo de xwestine gelê kurd tûne bikin. Ji ber vê yekê ye hebûna Rêber Apo hebûna me ye. Dema ku rewş bibe Rêbertî ji bo me girîngiya tu tiştî tine ye, jiyan disekine fedaî bûn û serhildan dikeve meriyetê. Em hemû hêzên kapîtalîst jî ji vir hişyar dikin ku tu kes tu demê me bi rewşa Rêbertî re neceribînin! Ev êrîş û ceribandin sebebê rewşên înfal çêbibeye. Ciwanên Apoyî û gelê kurd xelekek agirê dora Rêber Apo ne, ev agir her biçe gûr bibe û dest dirêjiyên li ser Rêber Apo bişewitîne.
Ciwanên Apoyi û kesên azadîxwaz pêwiste ji vê deqeyê şûn de jiyanekî asayî ji xwe re heram bikin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest nexînin nav çalakiyandabin û hesaban ji hêzên komploger bixwazin. Ji ber xwestina qirkirina gelê kurd li her qadê rewşekî awarte heye, ciwan û gel nav çalakiyên aktîftane lê be lê bi rewşa Rêbertî re pêwîste em van çalakiyana vegerînin girseyên mezin yê serhildanê.
Em wek Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşgerê Sûriye bang li hemû Ciwanên Bakur û Rojhiltê Suriyê dikin ku hebûn û temsîlîyeta dest keftiyên me giştî Rêber Apo ye. Êrîşên li ser Rêber Apo tê kirin û manîpulasyonên demê borî de hatiye belavkirin sedema bi rihê fedaî ciwanên Apoyî tevgerandin û jiyanê danîne sekinandinê ye. Pêwîste hemu jinên ciwan û xortên ciwan em hemu şev û roj li ser linganbin û heta ku agahî ji Rêbertî were girtin û Rêbertî were azadkirin her tim di nava têkoşîn û berxwedanê debin. Em bawer dikin ku bi pêşengtiya ciwanan hêzên komploger têk biçin û azadiya fîzikî ya Rêber Apo dest bixînin.