KOBANÊ- Ciwanan li navenda Qada Şehîd Egîd a Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest bi çalakiya kon a 2 rojan kirin.
Di roja yekem de li gel bi sedan kesî nûnerên Kongreya Star, PYD’ê û Rêveberiya Xweser serdana kon kirin û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiyê anî ziman.
Li ser navê ciwanan jî Hebûn Mihemed axivî û bal kişand ser êrîş û tecrîda giran a li ser Rêber Apo û got: “Divê CPT encamên hevdîtinên xwe yên li Îmralî eşkere bike.”
Piştî axaftinan li kon dahûrandinên Rêber Apo ên li ser berxwedan û Şerê Gel ê Şoreşgerî ya li ber êrîşên dagirkeriyê hate guhdarkirin