REQA- Ciwanan bi dirûşma ‘Ciwan Fedayê Rêber Apo Ne’ li Kolana 23 ya Sibatê rê li trafîkê girtin û têkildarî tecrîda giran a li ser Rêber Apo xelkê herêmê agahdar kirin.
Li vir li ser navê ciwanan Ehmed Emal Reqa diyar kir ku divê xelkê herêmê li ber tecrîdê bêdeng nemînin.