KOBANÊ- Ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo îro bi hezaran şêniyên herêma Firatê bi pêşengiya Saziyên Sivîl û Leşkerî daketin qadan. Di meşa ku ji Qada Jina Azad destpêkir û heta dawiya kolana 48’an dewam kir de, bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin û wêneyên Rêber Apo hatin hildan.
Piştî meşê deqeyek ji bo şehîdên şoreşê rêz hat girtin. Piştre Rêveberiya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê Xwînav Xelîl têkîldarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo axaftinek kir. Xelîl destnîşan kir ku CPT’yê peywira xwe pêk ne aniye û got, “CPT’yê ku her carê bi rengekî cuda daxuyaniyê dide, diyar kiribû ku wê di derbarê rewşa Rêber Apo de piştî 6 mehan agahî parve bike. Lê belê li holê tiştek tune ye.”
Xelîl, anî ziman ku heta azadiya fîzîkî yê Rêber Apo pêk tê û tecrîd bi dawî dibe wê wek ciwan li qadan di nava çalakiyan de bin û got, “Armanca tecrîdê têk birina projeya Netewa Demokratîk e. Em ê li dijî her cure êrîş li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.”