DÊRA ZOR- Bi tevlîbûna endamên Tevgera Ciwanên Şorşger û xelkê herêmê meşek bi meşaleyî li Kampa Ebû xeşeb hate lidarxistin.
Di meşê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.
Piştî meşê daxuyanî ji aliyê Ehmed Didêrî ve hate xwendin. Didêrî tecrîd şermezar kir û got: “Ev tecrîd dijî mirovahiyê ye. Bi vê tecrîdê dixwazin pêşiya raman û felsefeya Rêber Apo bigirin. Ji ber ku çareserî fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”
Didêrî diyar kir ku ehta azadiya Rêber Apo wê çalakiyên xwe bidomînin.
Çalakî bi dirûşman dawî bû.