KELAR – Gencanî Welatparêz di nava bazara li navçeya Kelar ya girêdayî parezgeha Silêmanî çalakiyek bin navê hamleya “Werin Cenga Azadiyê” lidar xist.
Ciwanan bi daxuyanî dest bi çalakiya xwe kirin û li ser tecrîda li ser Rêber Apo sînevizyon temaşekirin.
Di destpêka çalakiyê de bi alên Rêber Apo daxuyanî hat dayîn û daxuyanî ji aliyê endamê Gencanî Welatperêz ya Germiyan Hama Germiyanî ve hate xwendin. Daxuyanî ciwanan wiha ye;
“Ev çend salin tecrîdekî giran li ser rêberê gelan Rêber Apo tê meşandin. Nahêlin parezer û malbat re jî hevdîtin were kirin. Taybet ev 21 mehên dawî di derbarê jiyan û tendurîstiya Rêberê gelê Kurd Rêber Apo û rehîneyên zîndana Îmralî hîç agahiyek ji wan nîne. Bêguman ev ji destkeftiyên ku li Rojava derketine û berxwedana gerîla ya bêhempa ku niha li çiyayên Kurdistanê pêşdikeve ve tê. Bêguman tecrîda giran ya li ser Rêber Apo tecrîda li ser giştî gelên azadîxwaze. Her ku destkeftiyên gelê Kurd zêde dibe yekser pirsgirêka Kurd dikeve konaxekî nû û tecrîda li ser Rêber Apo giran dikin ku kesên azadîxwaz û welatparêz dengê Rêber Apo nebihîsin. Em wek Gencanî Başurê Kurdistan bangawazî ji bo hemû ciwanên azadîxwaz û bi axlaq dikin ku beramber tecrîda giran bêdeng nemînin. Heya ku ev tecrîd bişkê helwestê xwe diyar bikin û dakevin kolanan.”
Ciwanan bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Îmralî, Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe” re daxuyaniya xwe bi dawî kirin.
Dawî de jî, sinevîzyonekî tecrîd û îzolasyona li ser Rêber Apo hat temaşekirin. Di nav sînevîzyonê de “dem dema azadiyê” heri zêde derket pêş. Heman demê de di nav sînevîzyonê de gerîlayên ku bi çekên kîmyawî şehîd bû hat dayîn. Şehît Delal Şoreş ku jineki ciwan ya xelkê Silêmanî bû û bi çekên kîmyawî şehîd bû di nav sînevîzyon de cîh hat dayîn. Ciwanan dema sînevizyon temaşekirin diruşmeyên “Şehîd Namirin, Bijî Berxwedana Gerîla, Bijî Serok APO” hatin avêtin.