Mexmûr – Li hemberî tecrida li ser Rêber Apo ji Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) ciwanê bi navê Rojhat Alturk û Jina ciwan ya bi navê Kajin Ozek ji Ajansa me re axivîn.
Rojhat Alturk bal kişand tecirda li ser Rêber Apo û got: “Eger mirov qala tecrida ser Rêbertî bike, di van şeş salên dawî de, li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadîyê planeke tesfiyekirana herdu alîyan e, Tecrîda li ser Rêbertî hema bêje destpêka tesfiye kirina projeyê bu. Ger mirov temaşê dîrok bike, di 99’ê de girtina Rêbertî û 7 salên dawî de tecrît kirina Rêbertî, pilanek ya tesfiyekirina Tevgera Azadî û gelê Kurd bu. Ji ber ku armanc ev bû ku destpêkê Rêbertî tecrid bike, gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ji fikrê wê mehrum bihêle û piştre biçe encamê.
Lê hinek cîhan de ger mirov temaşe bike pêşengên vê şoreşê karîn heya radeyek zêde de ji hem wek gelê Kurd hem jî wek tevgera azadî me karî vê pilanê heya radeyekî vala derbixin. Lê elbet ji ber ku Rêbertî wek gelê Kurd, taybet weke gelê bindest yê ku bi hezaran salan rû bi rû metîngehên dewletên dagirker hatîn, wek gelên vê herêmê Rêbertî ji bo me kesayetekî, Rêberekî cûda ye. Ji ber ku yê ku me bi tama azadiyê daye naskirin Rêbertî bu. Ji ber wiya weke gelê Kurd me vê tu caran ji ou xwe qebul ne kiriye. Taybet bê Rêbertî me tu caran ji bo xwe qebul ne kiriye. Tecrida heyî weke gelê Kurd divê bertekên hê mezintir em raber bikin. Ji ber ku em dizanîn di sed salên dawî de taybet gelê Kurd gelek destkeftî destê xwe ve anîn, ger em temaşeyî dirok bikin mirov dikare bêje destkeftiyên herî mezin yên dirokê niha gelê Kurd bi destê xwe ve dine û dagirkerên axa Kurdistanê dixwazin wa destkeftiyan hemu tune bikin. Di şexsê Rêbertî de tecrid kirina gelê Kurd, tesfîye kirina gelê Kurd e. Heya radeyekê mirov dikare bêje heger gelê Kurd bê Rêbertî bihêlî wê demê tê wê wateyê ku tu dixwazî wê gelî tasfiye bikî.
Vê derê weke gel taybet weke ciwan divê em çi bikin? Fikrê ku hatî avakirin radeyekî herî bilin de em bikarîn biparêzin û pêşbixin. Ya muhum vêderê ji bo me wek ciwan, ya pêwist fikrê Rêbertî odak nokteya me fikrê Rêbertîy e, fikrê Rêbertî em pêş bixin û di kesayeta xwe de bidin rûnişkandin. Wisa emê biçin encamê, yen ne weke gelê Kurd em dizanin di dirokê de tevgerên me şoreşên me yên ku ava bûne heya radeyekê karîne berxwe bidin. Ji ber ku nekarîne fikra xwe ya Kurdinî netewî biparêzin.”
Alturk di berdewamîya axafinên xwe de li himberî tecidê erk û misyonên ciwan bilêv kir û wiha got; “ Wek ciwan rol û misyonê dikeve ser milê me aliyê fikir de xwe parastin û aliyê giştî de bertekên hişk raber kirine. Gelê Kurd 99’de tîştê îspat kir ku Rêbertî xeta sore. Li vir tişta ku tê xwestin rol û misyonê 99’an e. Weke ciwan em wê ji bo xwe esas bigrin, rol û misyonê 99 ciwanan danî ser pişta xwe 2003-2004’ê taybet dema pêvajoya tasfiyê de danî ser milê xwe, gelê Kurd, ciwanên Kurd divê wî rol ji xwere esas bigrin. Ya na, ya heyî wê gelê Kurd bibe tasfiyê. Îxanatên navxweyî di 99’de ji hebu, di 2004’an de ji hebu. Bes bi şêwazekî herî radîkal hemberî wê hat sekinandin, nihajî divê ev tişt bê kirin wek ciwanên Kurd. Taybet xwestina me bê Rêbertî hêliştin berteka herî hişk divê em beramberî wê bikin. Bi hemû şêweyî qadên çalakiyên civakî de be çi ji di aliyê zihnî de be, bi tu şêweyî di vê em ve ji bo xwe qebul nekin. Aliyê fikrî de weke gelê Kurd em bigîhin formekî nû. Çawa ku me xwe gihand wê forma nu bê guman azadiya ku em dixwazin azadiya ku ji bo gelê Kurd pêwîst wê bigihînê.”
Rojhat Alturk di qedandinên axaftinên xwe de bang li tevahî ciwan û gelê Kurd kir û got: “ Wek gelê ji bo ku em ji nebin parçeyek ji dîrokê, em bibin dîroka jiyan dike û di vê sedsalê de taybet gelê Kurd her cara ku xwestine ji bo na xwe tiştekê ava bikin heya dereceyekê dihatin, piştî dereceyekî ya têk diçun yan ji rewşa xwe didan guhertin.
Em bang li hemû ciwanan dikin, her çar parçeyên Kurdistanê taybet ciwanên ku bi hezkirina azadiyê germ dibin em bangawazi li wan dikin, em bangawazî li wan kesan dikin ku yên ku hemberî her cure dagirkeriyê heya dawî têkoşîn dikin. Taybet gelê Herama Kurdistanê dikin vê sedsalê de ji bo ku em bikarin metingeha dewletên hegemon yên cihanê, ji bo ku em bikarin bi xwe biryara xwe ya jiyanê bidin, biryara xwe ya sîstema xwe bidin divê em tecrîda ser Rêbertiya xwe rakin, Rêbertiya xwe azad bikin. Weke hemû gelên cihanê şêwazekî herî sade jiyan bikin, bi Rêbertiya xwe re jiyan bikin. Em wekî gelê Kurd, ciwanên Kurd bi navê xwe, bi zimanê xwe, çanda xwe jiyan bikin, bi Rêbertiya xwe, bi sistema xwe jiyan bikin. Em banga herkesê dikin taybet vê pêvajoyê de tecrîda mutleq rakin.
Li ser Hman mijarê Kajîn Ozek axivî û bal kişand ser tecrida girankirî ya Rêber Apo û got: “ Weke ku tê zanîn tecridek girankiri li ser Rêberê me heye. Ev tecrida ku tê kirin dixwaze Rêbertî û gel ji hev veqetîne. Ji ber ku Rêberê me pêşengê gelê Kurd, gelê ku dixwaze bi çanda xwe dixwaze li her derê jiyan bike. Bi wêre Rêberê ku ket di nava hewildanan de xwest gelê Kurd bi avayekî azad jiyan bike, di nava her netewekê de û ew jî weke her netewekê bi zimanêxwe xwe îfade bike. Lê belê dema ku dijmin viya zanî xwest êdî gel û Rêbertî ji hev qut bike, ji bo ku fikir û ramanên Rêbertî edî li ser civakê nemîne. Ji ber vê yekê jî heya niha jî em dibînîn tecridekê wîsa li ser Rêbertî tê kirin. Ew qas êdî dijmin ditirse naxwaze 1-2 deqqe bi Rêbertî re were axaftin. Her gotinek ya Rêbertî ji ber ku ji bo gelê kurd hêviyek e. Ji ber vê yekê jî dijminê me ewqas hove ewqas nezane, edî ji fikrê Rêbertî ji ditirse. Dixwaze fikrê wi di nava çar diwaran de hefiz bike. Lê belê em jî dibinin gelê Kurd, gelê azadîxwaz û ciwanên Kurd dibêjin me bi fikir û felsefeya Rêbertî hatine vê astê.”
Ozek di berdewamîya axaftinên xwe de da nişandan ku li himberî tecridê wê erk û misyonên ciwan û gel çibin û wisa got; “ Rêberê me heya vê astê anîye ku em bikaribin bi zimanê xwe û çanda xwe li ser lingan birgirin. Ji bo we em weke ciwan çi bikin ji kême. Ji ber ku Rêbertî azadiya jinê, azadiya civakê dîtiye bi wê re Rêbertî jin û jiyanek azad bi hevre jiyan bike. Ger em niha dibinin gerilayên me li çiyan berxwe didin. Ev ji fikir û ramana Rêber Apo ye. Dijmin dibêje Rebertî di nava çar diwaran de ye, nikare fikrê xwe ragîhine ji der ve. Li belê fikrê Rebertî di mejiyê her ciwanekê Kurd de ye di nava her netewekê gelê Kurd de ye. Dibe ku Rêbertî aliyê fiziki de ji me qot be le belê aliyê fikri û ramanî ji me ne qote.”
Kajîn Ozek di qedandinê axaftinên xwe de bang li tevahî ciwanên kurd kir û got: “ ji bo ku em bibin layîqê Rêbertî çi ji me were divê em bikin û ji bo ku em bi rêbertiyek azad re jiyan bikin. Divê hertim di her kêliyê de fiki û felsefeya Rêbertî di mejiyê me de derbas bibe. Divê her ciwanek di her alî de tişta ku ji destê wi bê bike. Ji ber ku Rêbertî her tişt nişanî me kiriye û tenê maye ji mere. Hem weke jinek ciwan hem ji weke ciwan di nava her pêvajoyekê de xwe perwede kirin, di nava her pêvajoyê de xwedî li Rêbertî derketin û di her çalakiyê de xwe amade hiskirin de em divê pêşengtiye jêre bikin.
NC// Rizgar Adanmış