NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li Qamişlo Ciwanên PYD destpê çalakiya basa gerok kirin. Ev çalakî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo tê pêşxistin û gel derheqê tecrîdê de tê agahdar kirin.
Ciwanên PYD ê bi daxûyanîkî çalakîya xwe dan destpêkirin û basa gerok berê xwe da bajarê Amûdê. Daxûyaniya Ciwanên PYD endamê rêveberiya Ciwanên PYD ê herêma Cizîrê Sara Hesen xwand.
Daxûyanî wiha ye:
” Em wek ciwanên PYD li herema Cizîrê derketina vê çalakiya basa gerok didin diyarkirin ku em herkesî re nîşan didin ku em ciwanên li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin û li ser vê fikrê em dijîn û mezin dibin. Ji bo vê jî tecrîda ku niha faşîzma tirk li ser Rêber Apo dimeşîne di heman demê de ev êrîşên ku li ser çiyayên azad û Rojavayê Kurdistanê ev te ji tirseke ku dibînin çawa hemû gel û gerîlayên azad li ser vî fikrî gîhîştin çi astê û çi serkeftinê bi dest xistine ji bo we jî ev êrîş û tecrîd zêdetir dike. Her roj le em jî ji faşîzmare dibêjin tu carî nikare fikir û felsefeya Rêberê me bixe zindanê fikir û felsefeya Rêber Apo li her deverê belav bûye û her mirov xwe li ser mezin dikin. Jiber ku qirêjiya te nîşan dike û em dîsa dibêjin em ciwanên Rêber Apo ne û emê her dem dinava çalakî û xebatê debin, ta ku em fîzikî azadiya Rêber Apo bidest bixin û faşîzmê têk bibin û di dawî de em dibêjin bi rihê tolhildanê em ê azadiya fîzîkiya Rêber Apo mîsogerbîkin û pergala îmraliyê têk bibin.”