MEXMÛR – Îro di demjimêr 14:00’an de Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan çalakiya nobetê ku ji bo şikandina tecrida li ser Rêber Apo hatibu destpêkirin îro bi dewirgitina Yekitiyê Xwedevanên Azad berdewam kir.
Beriya ku xwedevan nobetê dewir bikin di şexsê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistan de deqqeyek rêz hate girtin, piştî rêzgirtinê, li ser navê koma YXA Sipan Yaman axivî ûbal kişand ser tecrida heyî û got;
“ Ev tecrida qirker ya qirêj, ya ku dixwaze bi hemu şêwazî gelê Kurd tune bike, bêdeng bike û gelê Kurd di dirokê de tune bike. Di pêvajoyek wisa li tevahî cihanê êrîş hene, bi taybet li ser Kurdistanê, taybet jî li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşê wan didomin. Li ser Avaşin, Metina û Zap hîn ji bi êrişên qirêjane ên dewleta dagirker didomin. Em dibejin azadiya me nêze, di heman demê de em berxwedaniya gelê xwe yê Rojava silav dikin em li vê derê dibejin em ji li gel wene. Li ser vi bingehî em carek din ev tecrida qirêj û reş ya li ser Rêber Apo em dibêjin Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Bang li ser çar parçeyên Kurdistanê dikin heya em negihîn azadiya xwe heya xeyalên şehidên xwe em negîhinin lutkeya herî bilind, heya em nebin layîqê şehîdên xwe em nasekinin. ‘Bijî Serok Apo’
Piştî axaftinên Sîpan Yaman xwadevanan temaşeyî sinavzona tecrida ser Rêber Apo kir.