NAVENDA NÛÇEYAN – Bernameya Ciwanên Rojê ku dê reng û dengê ciwanên Kurdistanê nîşan bide dest pê dike.
Bernameya ku wê vê êvarê li Stêrk TV were weşandin, saet 21:00 bi dema Amedê û 19:00 bi dema Brukselê bi têmaşevanan re bibe.
Danasîna bernameyê wiha ye:
Bernameya ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û çalakî û çalakiyên ciwanên navneteweyî pêk tê, wê îşev bi beşa xwe ya yekemîn ku ji nirxandinên Rêber Apo yên li ser ciwanan pêk tê û her wiha dosya û nirxandinên taybet heye. Endamê Koordînasyona Komalen Ciwan Andok Çekdar mêvanê vê bernameyê ye.