KOBANÊ- Ciwanên PYD’ê li Kobanê bi dirûşma ‘Ciwan Fedayiyên Rêber Apo ne’ bi çalakiya pirtûkxaneyeke gerok raman û felsefeya Rêber Apo ên li ser şerê gel ê şoreşgerî, rastiya dijmin û dagirkeriyê li xwe digire, belav dike.
Pirtûkxaneya gerok ev 3 roj bûn li Kobanê digeriya, hem pirtûkên Rêber Apo belav dikirin û hem jî dahûrandinên wî bi rêya deng her cihê diçûnê dida guhdarkirin.
Pirtûkxane di roja 3’an de dest bi gera xwe ya li Kobanê kir.
Eleqeyek zêde ya ciwan û xelkê herêmê ji pirtûk û ramanên Rêber Apo re heye.