HELEB- bi diruşma “Bi pêşengtiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî pêk bînin” Tevgera Xwendekarên Demokratîk panelek li ser tecrîdda li dijî rêber Apo li dar xist. Tê de bi dehan endamên tevgerê amade bûn. Panel li Telit Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate lidarxistin.
Di panelê de endama rêveber a tevgerê Esmehan Reşîd nirxandinên rêber Apo xwendin, dûre sînevîzyonek li ser komployana navneteweyî hate pêşandan.
Her wiha endama tevgerê Wehîde Mihemed wiha got: “Xwestin bi tecrîdê, destkeftiyên rêber Apo têk bibin. Lê bi bin ketin. Lê fikirên rêber Apo li cîhanê belav bûn û me ew ji xwe re rêgez girtin û di jiyana xwe ya rojane de pêk anîn.”
Endama tevgerê Ronahî Yûsif jî wiha got: “Divê em bi rêya şopandina fikir û felsefeya rêber Apo têkoşîn û berxwedanê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo bilind bikin.”