Parîs – Li Navenda Çanda Kurd a li taxa Saint Denisê, êrîşeke çekdarî hate kirin.
Li gorî şahidan, kesek bi wesayitekê hat kolana ku komele lê ye û li komeleyê reşand.
Êrîşkar her wiha fîşek berda restoranta Kurdan û kûaforek li heman kolanê.
Li gorî medya Fransayê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên polîsan, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.
Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin. Polîsan dor li komeleyê girtine û nahêlin kes xwe nêzîk bike. Ji nava komeleyê jî agahî nayê bidestxistin.
Şahidekî ji Medya Haber TV re axivî got, “Kesek hate ber komeleyê, gule li kesên li ber komeleyê reşand.” Heman kesî diyar kir ku rewşa sê kesên ji birîndaran, giran e.
Li gorî AFP’ê, çavkaniyeke polîsan ragihand ku êrîşkar hatiye girtin, yekî derdora 60 salî ye. Şahidekî jî diyar kir ku 7 heta 8 caran gule li komeleyê hatiye reşandin.
Êrîş beriya salvegera 10’emîn a qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger pêk hat, ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin.
Şaredarê Parîsê û Alîkarê Yekemîn li ser Twitterê ragihand ku li avahiya şaredariya 10’emîn a paytextê beşa lezgîn a medîko-psîkolojîk hatiye avakirin.
Dozgeriya Parîsê daxuyanî da BFMTV û got, “Têkildarî sûcên tundiyê yên girankirî, kuştina bi zanebûn, lêpirsîn hatiye destpêkirin.” Dozgeriyê diyar kir ku kesekî 69 salî hatiye destgîrkirin.