BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Sala 2016’an ku yek ji wan serdemên ku berxwedana fedaî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dijmin gihişt lûtkeyê. Di wê salê de di dîroka azadiya gelê me de destanên mezin hatin nivîsandin. Hevrêyên me Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer ku di sala 2016’an de bi ruhekî fedayî û îradeya Apoyî ya mezin li hemberî êrîşên dijmin, bi berxwedana xwe bûn afirînerên rast ên vê destana azadiyê. Van hevalên hêja ku ji êrîşên dijmin netirsiyan, bi moral û coşeke mezin cihê xwe di eniyên berxwedanê de girtin. Hevrêyên me Sîdar, Firat, Botan, Rojhat û Bawer ku heta nefesa xwe ya dawî di azadiyê de israr kirin û ji bo wê têkoşiyan, hem bi şehadeta xwe hem jî bi têkoşîna xwe re pêşengiya rêhevalên me dikin. Weke şervan em ê bîranînên van rêhevalên hêja biparêzin û têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin.
Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:
Nasnav: Sîdar Berçelan
Nav û paşnav: Ahmet Tîmûr
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Aliye – Mikaîl
Dîrok û cihê şehadetê: 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Firat Kurdistan
Nav û paşnav: Niyazî Aydin
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dê û bav: Serayê – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Botan Cûdî
Nav û paşnav: Mûrat Unal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Fatma – Osman
Dîrok û cihê şehadetê: 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Rojhat Argeş
Nav û paşnav: Azad Şarlak
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Pakîze – Cengîzhan
Dîrok û cihê şehadetê: 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nasnav: Bawer Amed
Nav û paşnav: Welat Dundar
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Salîme – Kenan
Dîrok û cihê şehadetê: 2016/ Herêmên Parastinê yên Medyayê