Dêrîk-Meclîsa ciwanên partiya yekîtiya demokratîk PYD’ê ji bo bale bikşînin ser tecrîda giran a li ser Rêber Apo çalakiya basa gerok bi rêxisyin kirin,ev bas li seranserî bajarên herêma Cizîrê digere,îro jî basa gerok gihîşt bajarê Dêrîkê di demijmêr 10:00 sibê de ji destpêka bajarê Dêrîkê bi rêket,û ber bi bazarê ve çû li wê derê gel bi germahiyek mezin bas pêşwazî kirin,piştî pêşwaziyê ciwanan ji gel ra dengê Rêber Apo dan guhdar kirin.
Piştî deng guhdar kirinê ji bo her kesî ji rewşa Rêber Apo bidin agahdar kirin ciwanan li bazarê belavok belav kirin,piştî ku belavokên xwe bidawî kirin basê gera xwe di nava taxên bajarê Dêrîkê de berdewam kir.
Herî dawî jî dema ku bas li nava kolanên bajarê Dêrîkê gera xwe bi dawî kir êdî basê berê xwe da kevana bajêr ,li wir ciwanan rê girtin û kesên ku derbasî bajarê Dêrîkê dibû bi balavokan rewşa tecrîda li ser Rêber Apo veguhestin kirin.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiya basa gerok wê berdewam bike.