PARÎS – Endama TekoJIN’ê Sozan Ombor ku bi jinên ciwan re li kolanên Parîsê dimeşe, piştî çalakiyên duh ên li Parîsê ji ajansa me axivî û got;
“23’ê Kanûna 2023’an derbasî dîroka Kurdan û enternasyonalîstan bû. Ji ber ku duh sê hevalên me dîsa bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Yek ji rêhevalan heval Evîn bû. Yek ji pêşengên tevgera jinan bû ku pêşengiya dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” kiribû. Rêhevaleke pir baş a Şehîd Sara, yanî Sakîne Cansiz bû. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez jî 10 sal berê li Parîsê bi heman kuştinê hatibûn qetilkirin. Em dizanin li pişt vê kî heye, lê hem dewleta Fransa û hem jî dewleta Tirk înkar dikin û qebûl nakin.
Em dizanin ku ne tenê nijadperestek e ku ev kir. Yê ku tetikê dikişand ew bû, lê li pişt wî servîsa veşartî ya Tirkiyê hebû. Em vê weke destpêka 9’ê Çileya 2013’an dibînin û bêdeng namînin.
Weke Kurd û enternasyonalîst weke 24’ê Kanûnê em ê her roj dakevin qadan. Mîna ku em li Parîsê li kolanan bûn.
Îro jî heman tişt pêk hat, duh jî polîsan bombe û gaza rondikrêj bikar anî. Bi awayekî herî hovane rastî gaza îsotê hatin, lê dîsa jî em li kolanan man. Tişta ku em weke jin û xortên ciwan dikarin ji bo bersivdayînê bikin ev e ku weke îro em li kolanan bin, hesab bipirsin û bi rêxistinkirîtir tevbigerin.
Şehîd Evîn û Şehîd Sara rêyek ku em jî dixwestin bişopînin nîşanî me dan.”