KOBANÊ- Bi sedan ciwanên herêma Firatê, ji bo bibîranîna her 6 ciwanên di encama balafira bi çek û bê mirov de şehîd bûn, meş li dar xist. Meş li cihê bûyerê dest pê kir û heta bi Goristana Şehîd Dîcle dewam kir. Di meşê de soza tolhildanê hat dayîn.
Piştî rêzgirtinê Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Hebûn Mihemed axivî. Hebûn diyar kir ku ew ê heta dawiyê li pey doza azadiyê bin û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk nikare me tune bike, ciwanek biçe wê bi sedan ciwan werin. Dewleta Tirk xwest armanckirina ciwanan vîna me bişikîne, lê em ciwan soza geşkirina tekoşînê û tolhildanê didin.”
Her wiha ji bo bibîranîna şehîdên meha Kanûnê, li goristana Şehîd Dîcle find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.
Li goristanê Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî û got ku şehîd ji bo azadiyê canê xwe feda dikin û wiha axivî: “Lewma em ê heta bi hetayê bidin rêya wan bişopînin. Dewleta Tirk nikare me tune bike, em ê heta bi hetayê rêya şehîdên xwe bişopînin. Dewleta Tirk li kû derê Kurd hebin dike armanc, li Parîsê jî êrîşê Kurdan kir. Lewma em ê her hebin û li ser pêyan bin.”
Rêveberiya Komîteya Parastinê ya navçeya Qinê, Hîlal Elî axivî û wiha got: “Dewleta Tirk nikare me biqedîne, me soza hilanîna tolê û mîsogerkirina azadiyê, daye şehîdan.”