MEXMUR- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) bi dirûşma ‘Ciwan fedayê Rêber Apo ne’ li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo meşek pêk hat.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo meşek hat lidarxistin.
Xwendevanên wargehê li ber Dibistan Amadeyî ya Şehîd Koçerîn kombûn û heta Parka 4’ê Nîsanê meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Kesek Nikar Roja Me Tarî Bike”, “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Her wiha di meşê de posterên Rêber Apo û pankartên bi nivîsa, “Ciwan fedayê Rêber Apo ne” hatibûn bilind kirin.
Meş li ber parka 4’ê Nîsanê rewestiyan û daxuyaniyek hat dayîn. Piştî rêzgirtinê daxuyan ji aliyê Hevberdevkê Yekîtiya Xwendevanên Azad Amara Bulut ve hat xwendin.
Amara Bulut di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û wiha got: “Wek hûn jî dizanîn di sala 1999’an de Rêbertiya me bi komployekê navnetewî hat dîlgirtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ji wê rojê û şûnde tecrîdek girankirî li ser Rêbertiya me tê pêkanîn. Rêbertî rojane bi êşkenceyê rû bi rû tê hiştin. Ji 2011’an û şûnde ev tecrîd girantir kirine. Her ku dewleta Tirk li çiyayên azad têk diçe, li dijî Rêbertî tecrîd girantir dike. Rêbertî ji hemû mafên wan yên girtiyan bê par hatiye hiştin, ji tecrîdê zêdetir êdî ev kiryar dikev nava komseptek ya êşkence yê. Di kesayeta Rêbertiya me de dixwazin hemû gelên azadîxwaz tecrîd dikin. Em wek xwendevanên Rêber Apo yên modernîteya demokratîk bang li ciwan, karker, jin û akademîsyenan dikin ku bi hevre li dijî tecrîdê rabin û Rêber Apo azad bikin.”
Daxuyanî bi Dirûşêm, “Bê Serok jiyan nebe”, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” bi dawî bû.