BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan sala 2022’an nirxand û anî ziman ku dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike destpêkê xwest gerîla bieciqîne, piştre Rojava dagir bike û got, “9 meh derbas bûn, lê nekarîn gerîla bieciqîne, nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Ji vê jî wêdetir, derbên giran xwar. Bi hezaran kuştî da. Êdî ketiye nava Sendroma Zapê. Dewlet, polîs, artêşa Tirkiyeyê qediya. Kontra, hemû ketine wê rewşê.”
Dûran Kalkan ji ajansa me re nirxand û hem bûyerên sala 2022’an nirxand hem jî bendewariyên ji sala 2023’an anî ziman.
Saleke nû tê, li ser vî asasî em dixwazin vê pirsê bikin. Ji bo pergalê bûyera herî giring a sala 2022’yan çi bû? Sala 2022’yan, bi taybetî ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo herêmê û cîhanê saleke çawa bû? Li gorî wê, sala 2023’yan wê geşedanên çawa çêbibin?
Bi hatina dawiya salê ya mîladî re niqaşa bûyerên giring tê kirin, pêkhateyên cur bi cur ji aliyê xwe ve nirxandina salê dikin, dikevin hewila derxistina dersan ji salê. Em, nirxandinên xwe, planên xwe yên têkoşînê bi piranî di vê çarçoveyê de dikin. Salvegera damezirîna partiya me, sala me ya Newrozê, sala me ya Pêngava 15’ê Tebaxê, komplo û sala me ya têkoşîna li dijî komployê hene. Li ser vî asasî sersalên me pir in. A rast, em nirxandinên xwe yên li ser salê; van plansaziyên xwe yên têkoşînê li gor salnameyên ku me çêkirine, çêdikin.
Lê nirxandina sala 2022’yan bi mîladî jî giring e, saleke têkoşînê ya mezin bû, sala şer bû, di heman demê de li cîhanê jî û li Kurdistanê jî encamên giring derketin holê, mirov dikare bibêje ku danhevên giring çêbûn. Têkoşîn û şer dikevin sala nû jî. Helbet li ser asasê encamên têkoşîna sala 2022’yan xwe dewirê sala nû dikin. Sala nû wê li gorê biçe. Mirov dikare bibêje ku sala 2023’yan wê geşedanên nû biqewimin. Ev bi saya geşedanên sala 2022’yan e.
Ji aliyê pergala modernîteya kapîtalîst ve, bûyera herî giring a sala 2022’yan, şerê Ûkraynayê bû. 24’ê Sibatê dest pê kir, deh mehên wê diqedin, mane du meh ku sal bi ser bikeve. Mirov dikare bibêje demxeya xwe li sala 2022’yan xist. Lê ev nayê vê wateyê: “Nakokî û pevçûnên pergala modernîteya kapîtalîst bi tenê li Ûkraynayê bûn, Şerê Ûkraynayê her tişt diyar kir, wekî din li tu deran tu nakokî û şer nîn bûn.“ Navenda pergalê Rojhilata Navîn e. Navenda nakokî û pevçûnan, krîz û aloziya pergal rû bi rû ye jî Rojhilata Navîn e. Pergala modernîteya kapîtalîst, pirsgirêkên xwe yên li Rojhilata Navîn çareser nekirin û neket şerê Ûkraynayê. Bêyî ku çareser bike, ket şer. Havîna sala 2021’ê ji Efxanistanê reviya, ji neçariyê Efxanistan dewirê Talîbanê kir. Sibata 2022’yan jî di nav krîz û kaosê de ku Şerê Ûkraynayê bû sedem, ket hewila birêvebirina xwe, dirêjkirina temenê xwe û hewil da ku hin nakokiyan veguherîne nakokiyên din. Nakokî û pevçûnên Rojhilata Navîn tev berdewam in. Li derên din ên cîhanê jî wisa ye.
Hêmanên çalak ên Şerê Ûkraynayê, Rûsya û Emerîka ne. Rêveberiyeke Ûkraynayê hebe jî, di şer de wek hêzek bê dîtin jî, NATO, Ewropa jî bi awayên cuda ketibin nav şer jî, ez dibêjim qey ên şer amade kir DYE û Rûsya bûn. Têkilî, nakokî û pevçûnên DYE-Rûsyayê rê li ber Şerê Ûkraynayê vekir.
Rûsyayê êrîş bir bi ser Ûkraynayê de û dest bi şer bû. Lê ne ji bo şerekê wisa bû ku niha tê kirin. A rast, rêveberiya Pûtîn, xistina rêveberiya Zelensky ji xwe re kiribû armanc. Bi êrîşeke bi rojek-du rojan, heta bi operasyonekê dixwest rêvebiriyê bixîne ya jî teslîm bigire, anku dixwest dawiyê li siyaseta li Ûkraynayê ya li dijî Rûsyayê bîne. Rûsya di vê de bi ser neket. Nebiserketina Rûsyayê ne ji ber rêveberiya Zelensky bû. DYE û NATO’yê kir ku Rûsya di êrîşê de bi ser nekeve. Êrîşa Rûsyayê ku wek operasyonekê dest pê kir, veguherî şerekê ku deh meh in berdewam e.
Şer carinan tund bû, tundiya leşkerî carinan kêm bû. Şer, li hin deverên Ûkraynayê gur bû, Ûkrayna wêran bû. Dewletên NATO’yê û Rûsya, çekên giring bi kar anîn. Depoyên xwe yên çekan vala kirin. Bi vî awayî bazirganên çekan, çekên xwe firotin. Bazirganiya şer û ya leşkerî geş bû, kir ku gelek kar bikin.
Ji aliyê encama leşkerî ve mirov dikare ji bo Rûsyayê van tiştan bibêje: Yek-du plansaziyên wê hatin têkbirin. Dawiyê, çend herêmên Ûkraynayê yên nêzê sînorê xwe dagir kirin. Li ber DYE û NATO’yê rabû. Bi wan re ket şerekî, ji aliyê leşkerî ve ceribandina xwe kir. Tu encameke ji bo rêveberiya Zelensky nîn e. Wek ku rêveberiyê xwe îspat kiribe nirxandin tê kirin. Erê, ceribandina xwe û xizmetkariya pergala NATO û DYE’yê kir, tecrûbeya girêdayîbûyîna xwe ya bi wan ve kir. Herî dawî hevdîtinek bi serokê DYE’yê Bîden re kir, salê wisa temam dike. Qey serkeftina wî ya herî mezin ew e. Ya rast, ya ji aliyê leşkerî-siyasî ve encamên îzafiyî bi dest xistin DYE ye. Hêza ku mirov dikare bibêje piştî karkirina bazirganên çekan, hinek kar kir DYE ye. Serokê dewleta Fransayê Macron carekê got: “Mêjiyê NATO’yê çûye.“
NATO, berê li ber belavbûyînê bû. DYE’yê, bi Şerê Ûkraynayê NATO cardin da hev. NATO’yê ji nû ve geşe bi bandorbariya xwe da. Niha bi bûyîna endamên NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê, NATO hinekê din jî tê mezinkirin. Û DYE’yê, berê Ewropayê û Rûsyayê da hev. Rewşeke bi nakokî û pevçûn çêkir. Berê nakokî û pevçûnên rêveberiya Bîden û rêveberiya Pûtin hebûn. Ewropa jî xist nav. Ev, encam in ku heta niha hatine bidestxistin.
DYE’yê, xwe bi spartina vê û geşedanên di nava NATO’yê de û Şerê Ûkraynayê, xwest li Rojhilata Navîn, li dijî Îranê tifaqeke navenda wê Siûdî ava bike. Xwest li Pasîfîkê li dijî Çînê tifaqeke mezin çêbike. Ji wê boneyê gav jî avêtin. Rêveberiya Bîden giringî bi her du waran jî da. Serdan û civîn kirin. Digotin: ‘3 NATO’yên DYE’yê.’Got: ‘NATO’ya Rojhilata Navîn, NATO’ya Pasîfîkê û xwest ku tifaqên mîna NATO’yê li dijî Rûsya-Çîn-Îranê li van herêman ava bike. Xebatên ji wê boneyê kirin. Rewşa siyasî ya niha ev e.
Ji aliyê leşkerî ve niha pevçûn sist in. Nikarin agirbestê jî bikin. NATO dibêje; “Wê dewam bike.“ Rûsya jî aliyê qedandina şer e, tiştekê zêde ku bike nemaye. Lê DYE ji bo parastina vê rewşê dixwaze lê dewam bike. Dixwaze Ewropayê jî bixe nav. Encamên Şerê Ûkraynayê yên dawiya sala 2022’yan niha ev in. Lê ev wê çiqas mayînde bibe, çiqas bi pêş ve biçe ne diyar e. Rewşa ku di NATO’yê de derketiye wê dewam bike? Ya jê giringtir jî ew e ku wê DYE bikare bi vî awayî li nakokî û pevçûna Ewropa-Rûsyayê dewam bike? Ev rewş hem di asta dewletan de hem jî di ya civakan de cihê niqaşê ye. Xelkê Rûsyayê jî ji şer re negot erê. Di demeke nêz de wê civaka Ewropayê, li ber krîza gaza xwezayî- enerjiyê bêhtir rabibe ku ji ber pevçûna Rûsya-Ewropayê rû daye. Lewma wê bibe ku ev dewlet zêde nekarin vê polîtîkayê bi rê ve bibin. Ewropa nikare li vê rewşa şer a demdirêj a bi Rûsyayê re dewam bike. DYE, wê li Ewropayê ferz bike, wê têk biçe. Ji wê boneyê rewşeke mayînde ne xuya ye. Erê, hin encamên rojane çêbûn lê ne bi qasê ku veguherin tiştekê mayînde.
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê çû DYE’yê, pêşniyaza ‘parkirina lîdertiyê’ lê kir. Elmanyayê berê jî ev pêşniyaz li Emerîkayê kiribû. Di warê girtina ser xwe ya berpirsyariyê de, hikûmeta Elmanyayê ya heyî bi erênî bersiv da. Elmanyayê eşkere kir ku di warê biçêkbûyînê de hin biryar dane. Ev helwesta Elmanyayê bigihîje kû, divê mirov bişopîne, çimkî dibe ku xeternak be. Sermayedariya Elmanyayê berê xwe bide tiştekê wiha ku ev ê bibe berpêbûyîna sêyemîn. Dibe ku xeternak bibe, wê rewşa nakok li wir jî berdewam bibe. DYE’yê berê Fransa hinek çalak hiştibû. Jixwe Îngilistanê ji YE’yê kir, kir ku Îngilistan hêj bêhtir nêzî wê tevbigere.
Tifaqa Rojhilata Navîn bi rê ve neçû. Xwest di ser Siûdî Erebistanê re bi rê ve bibe, lê bi rê ve neçû, neserkeftî ye. Niha, DYE wê xwe bi tevahî xwe ji Rojhilata Navîn bikişîne an nekişîne, niqaşa wê jî te kirin. Di pey re Siûdî Erebistanê hevdîtin bi Îranê re kir, piştre bi Çînê re hevdîtin kirin. Niha wiha tê gotin: “Çîn wê li bandora DYE’yê li Kendavê yekcar kêm bike. Nekarî tifaqeke ji Ereban pêkhatî ya li dijî Îranê bi Îsraîlê re çêbike. Ev jî wek encameke neyînî xuya ye.
Jixwe tifaqa Pasîfîkê hebû ku heta bi astekê li dijî Çînê bû. Rageşiya navbeyna Çîn-DYE’yê bi awayên cuda berdewam e û wê dewam bike. Lê Çîn naxwaze dijayetiyeke bi dilê DYE’yê bike. Rêveberiya Çînê ev eşkere kir. Di warê aboriyê de têdikoşin. Gotin ku ew ê hinek geşe bi rewşa xwe ya parastinê bidin lê Çîn naxwaze ku bi awayê DYE dixwaze; du blok hebin û li wê gorê siyasetê bike. Dixwaze ku ew bi her kesî têkiliyê daîne. Lê bi aborî-leşkerî jî Çîn bi hêz e. Her ku biçe wê hêj bêhtir bi bandor bibe.
Lewma tiştên DYE’yê bi Şerê Ûkraynayê bi dest xistine, pir mayînde û demdirêj xuya nakin. Tiştên ku derxistine holê çi ne? Çîn heye, Rûsya heye, pirsgirekên Rojhilata Navîn berdewam in. Elmanyayê xwest nîşan bide ku pê re yek e û gavên xwe li ser asasî diavêje. Tifaqa Şangayê li hev civiya. Ev tişt hat dîtin: Hinekan hesabê ku wê dinya bibe du blok, mîna blokbûyîna Sovyet-DYE’yê, hesabê ku wê bibe wek çaxa şerê sar. Ne blokbûyîneke wisa ye, çimkî hêzek heye. Rastiya derket holê ev e: Nakokî û pevçûnên destpêkê yên modernîteya kapîtalîst yekcar kûr bûn. Gelek navend hene, nakokiyên navbeyna van zêdetir dibin. Pêvajoya em jê re dibêjin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn her ku diçe kûrtir dibe û dewam dike. Pergal hêza ku ji krîz û aloziya tê de ye derbikeve, nîşan nade, derketina wê jê nîn e. Mirov vê bi eşkerehî dibîne, şer wê berdewam be. Pergal bêyî çareserî ye. Alozî krîza wê kûr e. Derfeta wê ya qeyranê sivik bike nîn e. Bi şerên wek Şerê Ûkraynayê, berê jî bi Şerê Iraqê, Şerê Efxanistanê; bi derxistina şer li cihên cuda, şerên sivik, pevçûnên herêmî, dixwaze bi sivikî lê dewam bike temenê xwe di nav krîz-kaosê de dirêj bike. Rewşa nakok û bi pevçûn wê berdewam bibe. Derketina pergalê jê nîn e. Hêza pergalê ku xwe niha ji vê rewşê derbixe, xuya nake. Careke din derket holê ku ev rewş dimîne bi hêzên li dijî pergalê. Wateya vê çi ye? Şerê Efxanistanê bû, Şerê Iraqê bû; DYE û NATO ji Efxanistanê vekişiyan. Ku wiha bû her kesê hêviya êdî şer nebe kir. Dawiyê çi bû? Şerê Ûkraynayê derket. Nexwe ev pergal bi şer nikare bisekine. Bi xwarina gefa şer û pêkaninên şerwarî mirovahiyê bi rê ve dibe. Li serweriya xwe wisa dewam dike. Şer dike, ji şer û pevçûna dernayê. Her kes vê ji berê çêtir dibîne.
Berê jî nexweşî çêkirin. Koronavîrus hebû, beriya wê şewbeya çûk û berazan hebû. Her mîkrobê çêdike. Rêber Apo got; “Pergal, pergalek e ku pençeşêrî bûye.“ Ev pir giring e. Nexweşiyan çêdike, şer çêdike, ji mirovahiyê re her gef û xeteriyê çêdike. Mirov vê ji berê bêhtir dibînin. Bo mînak; ji koronavîrusê zerar dît. Hin yekdestiyan pir zêde kar kir. Lê kir ku dewlet bêhtir bikarin civakan kontrol bikin. Keda civak û kedkaran bêhtir hat xwarin. Bêhtir zext li wan hat kirin. Bêhtir tên kontrolkirin. Serweriya îstixbarat û dewletê li ser jiyanê hêj zêdetir bû. Cîhanê vediguherînin girtîgehê, dibê qey dinya tev di bin pergala heyî de mîna girtîgeha nîvvekirî ye. Xesar zêde ye. Komek yekdest jî kar dike. Ji koronavîrusê jî kar kir, ji şerê Efxanistanê jî kar kir, ji şerê Ûkraynayê jî kar kir. Yekdestiyên çekan kar dikin. Baronên şer kar dikin. Lê yên zêde zerarê jê dibînin civak in, tên îstismarkirin, dibe ku êdî nikarin bijîn, di bîn sînorê birçîbûyînê de ne. Bêhtir tên pişkinandin. Rewş ji bo pergala modernîteya kapîtalîst wiha ye. Encamên Şerê Ûkraynayê yê sala 2022’yan ev in. Li eniya xerbê tiştekê nû nîn e. Tiştekê nû di modernîteya kapîtalîst de nîn e, rewşa wê ya qeyranê sivik bike nîn e. Jixwe di warê demokrasiyê de ne hestyar e. Her kes li hêviyê bû rêveberiya Bîden di warê demokrasiyê de hinek hestyar be. Cihgireke serok a jin anîbû, serokalîkareke jin a reşik bû. Hêviya jê ew bû ku rê li ber azadiya jin û gelan vebibe, hinekê din demokratîk tevbigere, ji demokrasiyê re hestyar be. Me jî lê nihêrt, me got qey wê wisa bibe. Heger wisa bûya me dixwest em nirxandina wê jî bikin, bi erênî lê binihêrin, lê tiştên me di pratîkê de dîtin zêdetir şer û nexweşî bûn û krîz û kaos yekcar hatin kûrkirin. Di warê hestyariya ji bo demokrasiyê de me tu tişt nedît. Nakokî û pevçûnên modernîteya kapîtalîst, krîz û aloziya wê yekcar kûr dibin, wisa xuya ye ku wê hêj bêhtir bi kûrbûyîn berdewam bibe.
Nexwe li aliye din, ji hela hêzên demokratîk ên Modernîte yên li cîhanê û tevgeran ve sala 2022’an xwedî karaktereke çawa bû?
Belê girînge, mirov dikare bêje ku sala 2022’an ji hela hêzên demokratîk ên Modernîteyê ve behsa geşedanên nû bike. Ligel ku daneyên şênber ne zêde bin jî kûrbûna bîrdozî hebû. Di vê wateyê de ligel ku astek qalîteyê hebe jî geşedanên şênber jî hebûn. Bêgûman di serî de têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Jinê tê. Li cîhanê şoreşa azadiyê ya jinê belav dibe. Bi awayekî zanyarî, rêxistinî û çalakî berbelav dibe. Me ev dît: Li hemû derî berxwedana jinê, têkoşîna wan li 4 aliyên cîhanê, hema bêje li her welatî hebû. Li dewletên paşvemayî yên modernîst jî berxwedana jinê pêk hat. Daxwaza Jinan a azadiyê hebû. Me dît ku jin bi rêxistinkirî ne. Me ev yek li Efrîqa dît, li Asya dît her wiha li Emerîka jî em dibinin, li Rojhilata Navîn jî zatî em dibinin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li ser bingeha şoreşa azadiya jinê dimeşe. Bandora vê yekî herî dawî me li Tirkiye, Erebîstan û Îranê dît. Pêşveçûnek derket holê ku Têkoşîna Azadiya Jinê ya ku hema bêje bi durişmeya “Jin jiyan azadî” ku ji Rojhilatê Kurdistanê heta Îranê belav bû, ji cîhanê re vekir û pênaseyên bîrdozî yên Rêber Apo û dirûşmên şoreşgerî yên jinên Kurd kûrevî kirin.
Yek ji pêşengên hêzên modernîteya demokratîk, beşa jinê di warê hişmendî, rêxistinî û çalakiyê de pêşengiya xwe îspat kir. Hat gotin ku wê sedsala 21’an bibe sedsala jinan, bi rastî jî sala 2022’an îspat kir ku sedsala jinan e. Di her qadê de bi hemû geşedan û çalakiyên xwe ev yek îspat kir. Li Efrîqayê, li welatên Ereban, rewşa Îranê, rewşa Kurdistan û Tirkiyeyê, li qadên din ên cîhanê, ji Hindistanê heta Emerîkaya Latîn berxwedan hene û çalakiyên jinan ên gelekî bi bandor hene. Di vê mijarê de di hişmendiya azadiya jinê de pêşketinek heye. Di destpêkê de bi navê ‘mafên jinan, têkoşîna li dijî tacîz-tecawizê, destkeftiyên jinan’ dihat gotin. Niha jî “Azadiya jinê, wekheviya li ser bingeha nasnameya jinê, şoreşa azadiya jinê” bi dengekî bilind tê qêrîn. Ev daxwazên rênîşandanê têne plan kirin. Jineolojiya ku Rêber Apo pêş xistiye, belav dibe. Jin û mêr ku ji aliyê hiyerarşiyê û pergala dewletparêz ve hatine afirandin ji hev belav dibin. Şîfreyên jineolojîk bêtir wan çareser dikin.
Di vê wateyê de divê mirov vê yekê bibîne: Di hişmendî û rêxistinbûnê de zêdetir kûrbûn heye. Ne tenê li hemberî qrîz û kaosa modernîteya kapîtalîst a heyî, li hemberî zext, zordarî, tacîz û destdirêjiya bîr û baweriyê û siyaseta serdest a mêr e. Helwestek bîrdozî, rewşek hişmendî derdikeve holê ku daxwaza civakek demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê dike. Ev pir girîng e. Rêber Apo li ser vê nirxandinên herî kûr kir. Jineolojiyê bi rastî jî hemû şîfreyên pergala desthilatdariya mêr û dewletparêz a pênc hezar salî û heta serdema beriya hiyerarşîk jî deşîfre kiriye. Wê her aliyê wateya azadiya jinê diyar kir. Civaka demokratîk a li ser bingeha azadiya jinê çawa dikare ava bibe, vana derxist holê. Ev pêdivî divê bêtir bê belavkirin.
Her wiha rêxistin jî hene. Di gelek qadan de rêxistinên jinan hene. Hişmendî li ser têkoşîn û rêxistinbûnê ye. Di sala 2022’an de rêveberên modernîteya kapîtalîst civînên xwe li dar dixin, Neteweyên Yekbûyî hewl dide xwe weke civîna dewletan bidomîne, her çend hêdî be jî. Di aliyê hêzên modernîteya demokratîk de, tevgerên azadiya jinê hebûn ku di asta cîhanê de hewl dan xwe bi rêxistin bikin û civîn li dar xistin. Li Tûnisê 2. Konferansa Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Rizgarkirina Jiyanê’ li Berlînê hat lidarxistin. Nîqaşên girîng hatin kirin. Di salekê de du civînên navneteweyî hatin lidarxistin. Ji 30-40 welatan jin tevlî bûn. Li cihê ku lê ne bi rêxistin dibin. Niha tevgerên jinan rewşa rêxistinbûna cîhanê bi dengekî bilindtir nîqaş dikin. Li ser avakirina Konfederalîzma Jinên Azad a Cîhanê nîqaş dikin.
Ya ku niha di rojevê de ye û ya tê nîqaşkirin ev e. Di aliyê rêxistinî de jî hatiye vê astê. Li nava civakên din ev tune. Di warê hêzên modernîteya demokratîk de yekane hêza ku di vê astê de xwe bi rêxistin dike Tevgera Jina Azad e. Ev pir girîng û bi wate ye. Em girîngiyê didin vê yekî. Bi rastî jî jina ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyan e û divê jiyan azad be. Divê civaka demokratîk jî li dora jina azad were rêxistinkirin. Wateya ‘Jin Jiyan Azadî’ ev e. Li ser vê bingehê pêşketinek heye. Çawa ku Komuna Parîsê bi dirûşma “Azadî, Wekhevî, Biratî” meşiya, niha jî şoreşa azadiya jinê jî weke pêşenga sedsala 21’an dirûşma şoreşgerî ya sedsalê “Jin Jiyan Azadî” destnîşan kiriye. Bê guman ew pênaseya xwe ya rastîn a jinê digire. Ji ber ku jiyan bi xwe cihê xwe yê rast di jiyanê de digire, di civakê de divê jiyan azad be. Tiştê ku ne azad be jê re jiyan nabe. Mirovahî nikare jiyanek din qebûl bike. Civaka demokratîk ancax li dora jina azad ava bibe. Wekî din nabe. Ev pêşveçûnek gelemperî ye. Ev pêşveçûnek ku gav bi gav sedsalê diyar dike ye.
Ji bilî vê, di warê ciwanan de kêmbûnek cidî heye. Aliyên ku divê em rexne bikin hene. Aliyên ku divê berfirehkirinên nû bên kirin hene. Rabûrdiya ciwanan cuda bû. Niha ne di wê astê de ye û di warê hişmendî, rêxistinî û çalakiyan de û di warê bûyîna hêzeke cîhanî de ne xwediyê helwesteke wiha ye.
Li aliyê din, di warê nakokiya karker-kedkar, de, di warê çînên bindest de mirov dikare bêje: Di asta sendîka, partî û sendîkayan de têkoşînek wan heye. Lê ev tevgerên çînî qalib û dogmatîk in, nekarîn xwe li gorî hewcedariyên serdemê nû bikin. Mînak nikarîn helwestek bîrdozî-rêxistinî ku li ser bingeha azadiya jinê bersivê bide şoreşa azadiya jinê û civaka demokratîk pêş bixin.
Sendîkayan nekarîn xwe nû bikin, her wiha partiyên kevin jî nikarin xwe nû bikin. Di vê wateyê de têkilî û tifaqên cîhanî lewaz in. Di asta welat de heye. Pêdiviya nûkirina vê yekî heye. Divê nûbûn û rêxistinbûna xwe ya bîrdozî-teorîk ji nû ve ava bikin. Li ser vê bingehê pêwîst e derbasî rêxistineke cîhanî bibe.
Tevgerên ekolojîk girîng bûn. Di van demên dawî de Tevgera Kesk jî destkeftiyek girîng çêkir. Her wiha hewl dan ku li ser asta cîhanê tevgerekê çêbikin. Di têkoşîna li dijî kapîtalîzmê de di warê parastina xwezayê û bal kişandina ser guherîna avhewayê de weke amûreke girîng derketin holê. Lê vê dawiyê lewaz bûye. Beşek ji Tevgera Kesk di bin navê “Em ber bi partîbûnê ve diçin, em dibin siyasî” bûn beşek pergalê. Ev yek ji partiyek li ser bingeha civaka demokratîk-polîtîzekirinê zêdetir, di wateya ketina nava modernîteya kapîtalîst û bûyîna parçeyekî desthilatdarî û dewletê de ber bi partîbûn û polîtîkbûnê ve çûn û bûn hevparên desthilatdariyê.
Di eslê xwe de dikarin bibin jî ez wan rexne nakim, nabêjim ku bila qet di rêveberiyên dewletê de cih negirin, lê eger wek hêzeke alternatîf, wek beşek ji civaka demokratîk beşdarî van tiştan bibin, ew ê tevkariyê li têkoşîna azadî û demokrasiyê bikin. Bi bidestxistina hinek hêz û dewletbûnê vê yekê dikin. Ji ber vê yekê tevgera ekolojîk ji aliyê îdeolojîk ve paşve çû, di vê wateyê de hat parçekirin. Hêzên bi vî rengî yên hevpar nikarin bi têrkerî li dijî talankirina modernîteya kapîtalîst û tunekirina xweza û civakê têbikoşin. Mînak li Elmanyayê şirîkên desthilatdariyê ne, karê derve yê Elmanyayê hewl dide bi pêşengên pergala kapîtalîst a cîhanî re hevkariyê bike û em vê polîtîkayeke baş dibînin, em nikarin li vir helwesteke demokratîk li hemberî bindestan bibînin. Pir lewaz e. Pîvanên wan hene ku wan hêz û netewe dike. Di vî warî de qels bûye. Ji ber vê yekê divê tevgerên ekolojîk ji nû ve bên nirxandin. Divê tevgerên kesk bên nirxandin û nîqaşkirin. Divê li dijî vê meyla dewletbûnê, desthilatdarbûnê, partîbûnê û di vê wateyê de polîtîze bibe. Partîbûna li ser bingeha civaka demokratîk divê were sîyasetkirin, pêdivî pê heye ku ev yek derkeve pêş.
Di tevgera ekolojîk de jî lewaziyek hebû. Tevgerên din, partî, hêzên demokratîk ên şoreşger ên bi welatên xwe re sînordar in, ne di rewşek wisa de ne ku nasnameyeke herêmî û gerdûnî pêş bixin, di nûkirina xwe de lewaz in, jiberkeriyek zêde, dogmatizm û qalibperestî heye.
Di nirxandina cîhana nû de, têgihiştina geşedanan û derxistina çareseriyên kûr de lewazî heye. Di warê ekolojî û azadiya jinê de pêwîstî bi kûrkirina fikir û şoreşa bîr û baweriyê heye. Nêzîkatiyên li ser van mijaran rûxalî û teng in. Nêzîkatiya azadiya jinê ne li ser esasê şoreşgerî ye, ne kûr e, nêzîkatiya ekolojiyê jî ne kûr e. Ji ber vê yekê jî nikarin şoreş, desthilatdarî û dewlet, civaka demokratîk, jiyana azad bi têra xwe zelal bikin, kûr bibin, şênber bibin, nikarin ji desthilatdarî û dewletê qut bibin.
Yên ku nikarin ji desthilatdarî û dewletê qut bibin hêz û dewletê hildiberînin. Kes nikare bêje ‘Dewleta yê din xerab e, ew ê yê min baş be’. Temînata wê çiye ku dê dewleta we baş be, jixwe dewlet amûra zilm û îstîsmarê ye. Hemû sosyalîstan bi vî rengî pênase kirin. Ji destpêkê ve pênaseya teorîk a sosyalîstan ev e.
Di dawiyê de bi nêzîkatiya xwe ya ‘dewleta min wê baş bibe’ xwe xapandin. Lê eger dewlet rast pênase bikirana an jî li gorî pênaseyên ku kirine bibûna, dê ber bi pênaseya amûra zext û mêtingeriyê biçûya. Ku amûrê azadî, demokrasî û sosyalîzmê nebe dewlet; Wê bibînin ku azadî, wekheviya li ser bingeha cudahiyan, parvekirin, komunalîzm encax bi rêveberiya demokratîk û civaka demokratîk pêkan e. Di vê wateyê de hêzên modernîteya demokratîk hewceyê zelalkirina teorîk-îdeolojîk in. Analîzên Rêber Apo gelekî derdixe holê, çavan vedike û rêbertiyê dike. Divê her kes bixwîne, bixwîne û jê sûd werbigire. Ramanek e, ev dîtin dikevin xizmeta mirovahiyê, ev dîtin ne di bin desthilatdariya kesî de ne. Ji bo vê jî divê hewl were dayîn ku nêrînên Rêber Apo yên di teoriya modernîteya demokratîk de werin xwendin û fêmkirin, li ser vê bingehê hêzên modernîteya demokratîk ji nû ve werin birêxistinkirin û di asta gerdûnî de werin pêşxistin. Banga me li ser vê esasê ye.
Ger em nirxandinên we yên di asta global de, di çarçoveya Rojhilata Navîn de binirxînin, di sala 2022’an de ji bo Rojhilata Navîn bûyer û geşedanên herî girîng kîjan in?
Belê, gelek beşên Rojhilata Navîn hene, di gelek qadan de pêşketin çêbûn, mirov dikare ji bo salên berê jî bibêje, lê ji bo sala 2022’an em bi rihetî dikarin vî tiştî bibêjin. Têkoşîna li Kurdistanê mohra xwe li bûyerên herêmê da. Di bingeha têkoşîna li Kurdistanê de jî şerê gerîla heye. Berxwedana Îmraliyê heye. Rêber Apo bi fikir û parêznameyên xwe bi awayekî teorîk mirovatî ronî kir, lê bi vî tiştî re bi sînor nema. Ew bi sekna xwe, bi jiyan û têkoşîna xwe, wan ramanan dixe pratîkê û wisa dijî. Ew bandorê li hemû kesên eleqedar jî dike. Îmrali pergaleke qirkirinê ye. Jiyana Îmraliyê jî heye, jiyaneke berxwedêr, jiyana berxwedanê ya di jiyana azad de ye. Jiyana Rêber Apo bêguman wisa ye. Em dikarin bi vî awayî diyar bikin. Bûyera ku di tevahiya salê de mohra xwe li herêmê da û bandor li tevahiya herêmê kir, teqez rewşa Kurdistanê ye. Di demên dawî de geşedanên li Îranê jî li ser vî tiştî hatin zêdekirin. Lê ew di sê mehên dawî de lê zêde bû.
Dijberiya Îran û Emerîkayê di salên borî de bandor li herêmê dikir. Piçek be jî ev bandor berdewam dike, lê ne di heman astê de ye. Li Îranê tişta nû ev bû ku gel bi pêşengiya gelan rabûn serhildanê. Ev bûyer dikare weke bûyereke herêmî nû ya ku bandorê li herêmê dike were pênasekirin. Lê ev tişt di sê mehên dawî yên salê de pêk hatiye. Bi giştî têkoşîna li Kurdistanê tevahiya salê digire nava xwe. Li dijî êrîşa qirker a faşîst û mêtinger ku ji aliyê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye kirin û ev êrîş bi piştgiriya NATO, nokeriya Kurd û îxaneta PDK’ê hatiye kirin. Ev êrîş ji bo îmhakirin û tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerîlayên azadiyê tê kirin û bi van êrîşan re tê xwetin ku qirkirina li ser Kurdan zêdetir bikin. Li hemberî van êrîşên qirker, mêtinger û faşîst berxwedana Rêber Apo li Îmraliyê, berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê, ya li Bakur û bajarên Tirkiyeyê, li Başûr û Rojava jin, ciwan û gelê Kurd kirin, mohra xwe li vê têkoşîna berxwedanê da.
Herî dawî li Ammanê civiyan. Wekî civîna duyem a Iraqê dibêjin em pirsgirêkên Iraqê nîqaş dikin û Iraqê xurt dikin, lê mesele ne Iraq e. Di wê civînê de geşedanên li dora Kurdistanê tên nirxandin. Divê teqez wisa bê dîtin. Pirsgirêka Iraqê tê wateya pirsgirêka Kurdistanê. Hin sedemên rewşa li Iraqê ji ber pergalê ye, ji ber ku li wir pergala desthilatdarî û dewletê hatiye avakiririn. Krîza pergalê ya herî giran li vir tê jiyîn. Dewlemendiya wan dibe krîz, lê pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêkên ku li dora pirsgirêka Kurd derketine holê, parçekirina kurdistanê, li Kurdistanê pêkanîna qirkirinê, hemû li ser bingeha pirsgirêka Kurd derdikevin holê. Ev girêdayî pirsgirêka Kurd in. Divê wisa were dîtin û fêmkirin. Iraqê hilbijartin kir lê nekarî hikûmetê ava bike. Lê piştre hikumeta xwe jî ava kir. A rast ne meseleya hikumetê ye jî. Pirsgirêka Iraqê bi rastî pirsgirêka mirovahiyê ye. Pergala desthilatdarî û dewletê ev tişt afirandiye, divê civak jî çareser bikin. Ji ber vê pirsgirêk ne wekî yên civîna li Ammanê ne, gelekî cihê ne. Di rastiyê de pirsgirêka esasî ne Iraq e ya ku naguhere, di rewşa heyî de Tirkiye û Sûriye ye. Krîza sîstemê herî zêde li ser Tirkiye û Sûriyeyê ye. Pergal nikare biguhere, xwe nû bike, gavekê biavêje. Li aliyekî rêveberiya Esad, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê heye. Tirkiye her tim êrîşên hewayî dike. Di serî de El Qaîde û DAIŞ gelek çete derketine holê. Beşeke girîng a Sûriyeyê li ser bingeha Tirkiyeyê xistine bin kontrola xwe. Kes nikare geşedaneke ji bo çareseriyê pêk bîne. Ger hûn bala xwe bidinê astengiya herî zêde li Tirkiyeyê heye, dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ye ya ku li dijî her tiştî ye, gefan li her kesî dixwe, lê kes nikare wê biguherîne. Muxalefet ji bo guhertina pergalê xwe bi rêxistin dike, lê helbet êrîşa topyekûn a faşîzma AKP-MHP’ê, êrîşa qirkirinê ya faşîst û mêtinger, bi saya berxwedana gerîla û gel a bi pêşengiya PKK’ê tê sekinandin. Pergal nikare rêveberiya Erdogan-Bahçelî biguherîne. Ditirsin ger hewl bidin guhertinê bikin, wê gerîla û PKK bi bandor bibe û demokratîkbûn pêş bikeve. Wan tiştek bi navê ‘Maseya şeşkesî’ amade kir. Lê AKP bi şerê ku dike dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne û gefa xwe ya li ser PKK’ê nîşan dide û dixwaze pergal piştgiriya wan bike. Wekî mînak DYE wekî dijber xuya dibû lê neçar ma li gorî faşîzma Erdogan û Bahçelî tevbigere. Rûsya bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide.
Niha divê em vî tiştî bibînin, di rastiyê de heke di şer de êrîşên AKP-MHP’ê bi ser biketa, niha li ser her tiştî serwer bibûna, wê qirkirina Kurdan zêdetir bikirina û bi vî awayî wê xwe ji xitimanê rizgar bikirina. Ev tişt pêk nehat. Pergal jî nikare biguherîne. Niha di şer de têk çûne, ya ku guhertinê ferz dike PKK ye, HBDH ye, hêzên şoreşger û demokratîk e.
Demokratîkbûnek xurttir ferz dikin. Ev jî pergalê ditirsîne. Ketine nav rewşeke ku rê tê de nemaye. Çapemenî wekî ku ji xwe re falan vedike dibêje “Gelo Tayîp an Kiliçdaroglu?”. Hatine wê astê. Divê ev tişt were dîtin. Di rewşeke wiha de xala girîng ew e ku pêşveçûna şoreşgerî ya demokratîk a bi pêşengiya gerîla vediguhere siyasetê û wekî siyaseta demokratîk, dibe rêveberiyeke bi bandor. Ev ferzkirineke girîng e, pêşketineke girîng e. Di rastiyê de, geşedana herî mezin a ku ji bo xitimandinê derbas bike, ev hêz e.
Ber bi dawiya salê di vî warî de asteke pir girîng heye. Ji ber ku di 14’ê Nîsanê de AKP’ê dest bi êrîşan kir. Qaşo wê di nava yek du hefteyan de gerîla bipelçiqanda. Piştre jî wê êrîşî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bikira û Şoreşa Rojava tasfiye bikira. Ji ber vê yekê weke hêzeke serketî wê di sala 2023’an de di guhertina rêveberiyê de, wê xwe dîsa bikira rêveber. Plansaziya faşîzma AKP-MHP’ê bi vî rengî bû. Bi awayekî piştgirî dan û ew teşwîq kirin. Ji aliyekî ve jî hesab kirin ku wê PKK li hemberî vî tiştî li ber xwe bidana. Hesabkirina hin hêzan jî wiha bû: ‘Bila AKP-MHP bi vî rengî êrîş bike, bila PKK li ber xwe bide, her kes qels bibe, em ê jî hêzeke din yan jî hêza mûxelef -maseya şeşkesî- bînin desthilatdariyê û guherandineke nerm pêk bînin. Wan hêviya xwe bi vî tiştî girêdan. Her wiha xwestin ji vê rewşa aloz sûdê werbigirin. Lê encam çi bû? Planên AKP-MHP’ê bi ser neket. Ne du hefte, du meh, 9 meh derbas bûn, lê nekarî gerîla têk bibe, nekarî Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike. Piştre çû. Derba herî giran xwarin. Bi hezaran leşkeran wan mirin û birîndar bûn. Ketin sendroma Zapê. Dewlet, polîs û artêşa Tirkiyeyê qediya. Kontrayên wan, hemû hatin vê rewşê.
Bîlançoya 9 mehan ji aliyê Biryargeha me ya Navendî hat eşkerekirin. Dijmin neçar ma ji gelek cihan bireve, neçar ma gelek cihan vala bike. Gerîla bi çalakiya meha Mijdarê, Kanûnê kontrol xist destê xwe xwe. Ev dikare hê bêtir bi pêş ve biçe. Di destpêkê de plan bi ser neket. Wusa dixuya ku di navberê de bû, wê demê yên ku dixwestin desthilatdariya maseya şeşkesî bikin desthilatdar, piçekî hewl dan lê niha bi tenê planên AKP û MHP’ê pûç derneketin. Têk çûn. Kesên ku hatin gerîla bipelçiqînin, ew bi xwe pelçiqîn. Zap bûye goristana faşîzma Tirk, mêtingerî û qirkirinê. Çalakiyên dawî yên gerîla, asta dawîn a şer teqez bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê ne AKP wê bikaribe temenê xwe dirêj bike û ne jî serketinek bi dest xistiye. Ne jî zemînek wisa heye ku CHP’ê têxin şûna AKP’ê. Her du zemîn jî tune. Berevajî van rewşan AKP û MHP li Zapê têk çûn lê a rast TC têk çûye. Feraset û siyaseta qirker û mêtinger, têk diçe. Ev tê wateya têkçûna pergalê. Tê wateya ku pergala modernîteya kapîtalîst a ku pirsgirêka Kurdan ava kiriye, li hemberî gerîla têk diçe.
Bi vî awayî, tevgera demokrasiyê wekî hêmana ku dê guherîna 2023’an herî xurt bike, derdikeve pêş. Pêşengiya wê ya gerîla heye. Berxwedana gel heye. Siyaseta wê ya demokratîk heye. Ji ber vê yekê, baş bala we bidinê di demên dawîn de êrîşên faşîzma AKP û MHP’ê zêdetir bûye.Her ku ev rewş zelaltir bû, êrîşên xwe hîn zêdetir kir. Ji bo şikandina gerîla êrîşên kîmyewî, êrîşên çekên nukleerî yên taktîkî, her cure çekên sûcên şer bikar anî û her cure metod kir. Gef li Rojava xwar. Li Rojava sivîl bombe kir. Ev hemû ji bo pêşîgirtina li têkçûna li Zapê bû. Ji ber ku nikare pêşî li vê bigire, hewl dide hemû hêzên demokratîk ên li Bakur û Tirkiyeyê tine bike. Dema Şebnem Korûr Fîncanci got ‘Çekên kîmyewî hene’ ew xistin girtîgehê. Wê xwest lêkolîn were kirin. Ew qasî dijber in. Rojnamegerên ev tişt ragihandin, di girtîgehê de ne. Hunermendên ku hinekî behsa Kurdan û demokrasiyê dikin di girtîgehê de ne. Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û maskeya pergalên ku tecawizî zarokên 6 dike dixînin xwarinê, dixin girtîgehê. Ji bo girtina HDP’ê doz vekirine. Wekî şûrê Demokles li ser serê wan e. Herî dawî êrîşî DBP’ê kirin. Êrîşî partiyên din dikin. Ji ber ku naxwazin kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, nehêlin. Asta êrîşan wisa ye. Wateya van êrîşan çi ye? Ev nîşan dide ku faşîzma AKP-MHP’ê li Zap, Avaşîn û Metîna têk çûye. Ger têk neçûya, ger bi ser ketiba, wê ev tişt nekira. Ji ber têk çûye, vê yekê dike. Pergal jî piştgiriyê dide wan. Kes dengê xwe nake. Bala xwe bidinê, dema faşîzma AKP-MHP’ê êrîş dike, li Elmanyayê jî bi heman awayî êrîş tên kirin. Ew jî piştgiriyê dide wan. Çima piştgiriyê didin wan? Dîtin ku AKP-MHP têk çû, demokrasî wê bi bandor bibe, wê Tirkiye bibe welatê herî demokratîk ê cîhanê. Wê Şoreşa Demokratîk bijî. Sala 2023’an wê ji bo Tirkiyeyê bibe sala şoreşa demokratîk. Ew jê ditirsin. Hêzên modernîteya kapîtalîst a global dixwazin li Tirkiyeyê dîktatoriya olîgarşîk a faşîst bi ser bikeve. Ji ber vê yekê li dijî pêşketina demokratîk piştgiriyê didin faşîzmê. Piştgiriya dîktatoriya faşîst dikin. Piştgiriyê didin her cure êrîşên qetlîamker û qirker. A niha ast ev e. Lewma di vê rewşê de li Sûriyeyê çareserî çênabe. Bi rewşeke wisa em dikevin sala 2023’an. Li ber me AKP û MHP’yeke têkçûyî heye. Bi rastî jî li Tirkiyeyê û li Sûriyeyê jî wê rêveberî çawa werin nûkirin, ev rewşeke gelekî cîddî ye.
Di dawiya salê de xuya dibe, berxwedana gerîla û tevgera demokrasiyê xurt e. Ev der dikarae guherîn û veguherînê pêk bîne û aliyê Tirkiyeyê diyar bike. Beşên ji vê rewşê ditirsin, ji bo pelçiqandina vî tiştî êrîşê dikin. Bi vî awayî bandorê li Rojhilata Navîn dike. Geşedanên li Iraqê jî girêdayî vê rewşê ye. Pirsgirêkeke din tune. Her wiha dostên DAIŞ’ê yanî AKP-MHP’ê jî vexwendin civîna li Emmanê. Lê belê gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna herî mezin a li dijî DAIŞ’ê dane meşandin. Rêveberiya xweser ava kirin. Ger rewş li gorî dijberiya DAÎŞ’ê bûya, divê ew biçûna lê nekarîn biçin. A rast ji dêvila xurtkirina Iraqê, li rê û metodan digerin ku Iraq piştgiriyê bide AKP û MHP’ê. Ev xeter e, em hişyariyê dikin. Ger nêzîkatiyeke demokratîk hebûya, eger bi rastî jî çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna herêmê bihata ber çavan, me girîg didît û me dixwest em tevlî bibin. Ev jî hewce ne, em qîmetê didinê. Lê nêzîkatiyên xurtkirina faşîzma AKP-MHP’ê, mêtingeriya Tirk û qirkirinê xetere ne. Divê mirov li dijî wan be, li dijî wan têbikoşe.
Em dikarin vê bibêjin, erê, wê sala 2023’yan di vê rewşê de çawa be, wê bêtir bibe sala têkoşîna ji vê eniyê, wê bibe sala têkoşîneke kûr, wê ne tenê bibe saleke têkoşînê, wê hin encam jî derkevin holê. Li dor pirsgirêka Kurd dibe ku li eniyên Tirkiye, Sûriye û Iraqê encamên nû derkevin holê.
Wê dewam bike…