NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Sînan Dersîm ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekî nivîskî got,
“Dijminê faşîst bi awayekî hovane êrîşê gelê me, kedkar, jin û ciwanên me dike; li hundir û ji derve komkujiyan pêk tîne. Çend dijminên gel ên bêesil yên ku baweriya xwe li qetlîamkeran tîne, di nava me de digerin. Difikirin ku ew ê çi bixwazin wê bikin û tu kes destê xwe nede wan.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Agirê hêrsa me wê we bişewitîne! Hûnê nikaribin birevin! Desthilatdariya faşîst, alîgirên wan û tu kes wê bikaribe xwe ji şervanên şoreşa yekbûyî xilas bike!
Milîsên Sînan Dersîm ên HBDH’ê li Stenbol, Gazîosmanpaşa û Arnavutkoyê li dijî wesayitên faşîstên AKP’ê çalakiya sabotajê li dar xist.
Şeva 26 û 27’ê Kanûnê de milîsên me li Gazîosmanpaşa û Arnavutkoyê agir berda wesayitên alîgirên AKP’ê. Her du wesayît bi temamî hatin îmhakirin.”