ATÎNA – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) çûn qenala CONTRA TV ya li Atînayê û banga hestiyariyê kirin.
Ciwanan dosyayek ku tê de daxuyaniyên KNK’ê yên der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a li hemberî gerîla û komkujiya Parîsê û raporên ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Fransa û Navenda Çanda Kurd a Yewnanistanê ve hatibûn amadekirin, pêşkêşî rayedarên televîzyonê kirin.
Li gorî daxuyaniya TCŞ’ê, wê dosya di bernameyên televîzyonan de cih bigire û wê derfet bê avakirin ku nûnerên Kurdan xwe îfade bikin.
Di çalakiya ku nêzî nîv saetê li derveyê avahiyê dom kir de belavokên ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hatibûn amadekirin, hatin belavkirin.