NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.
7- Exlaq
Mirov dikare exlaq weke şêweyê polîtîkayê yê ji rêûresmê yê dîrokî yê bi sazîbûyî bide naskirin. Polîtîka zêdetir rojane bi roleke bergirî, xwedîkirin û afirîner radibe, exlaq jî bi hêza bi pîvan û bi sazî ya rêûresmê ji civaka heyî re heman xizmetê dike. Mirov dikare exlaq ji bo civakê weke hafiza polîtîk jî qebûl bike. Civakên ji exlaq bûne yan jî ji exlaq mehrûm bûne hafiza xwe ya polîtîk ji dest dane ango hêza wan a pîvan û saziyên ji rêûresmê qelsbûye, ji dest dane. Ev jî tê wê maneyê ku civak ji xweparastinê mehrûm maye, li her cure kirinên ji hundir û derve yên asîmîlasyonîst, mêtinkar û zordestiyê hatiye vekirin. Pêkhateyên dewletan û sîstemên desthilatdariyan timî exlaq dirizînin û li şûna exlaq ji jor ve îradeya xwe ya huqûqî ya yekalî (şêweyê exlaqî yê serdestan) ferz dikin. Sedema bingehîn a vê kirina wan ew e, xwe neçar dibînin ku xwerêvebirin û polîtîkaya civakê hilweşînin û wê ji aliyê avahî û dewamî ve li mêtinkarî û rêveberiya desthilatdariyê vekin. Civakeke bi hêz xwedî li exlaqê xwe derkeve, bi hêsanî stûyê xwe li ber mêtinkariya eşkere û desthilatdariyê xwar nake. Rewşa exlaq a herî neyênî, paşverû û hov ji bo civakekê, ji rêveberî û huqûqê herî pêşketî yê desthilatdarî û dewletan baştir e. Li cihekî civaka exlaqî û polîtîk hebe, li wir desthilatdarî û dewlet tewş in, û dibe barekî giran ku mirov nikarin xwe lê ragirin. Civakek çiqasî polîtîk û exlaqî bibe, ewqasî demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz dibe ango li îstîsmarkariya yekdestdariyên sermaye û elîtên desthilatdariyê tê girtin û dibe têkoşer, li ber xwe dide. Civaknasiya îlhama xwe ji lîberalîzmê digire polîtîkayê weke demagojî dide naskirin. Nexasim partiyên ku prototîpa dewletê ne weke navgînên demagojiyê terîf dike. Ev yek bi tenê xirabiyek û li ser navê zanistê xiyaneteke bi zanistê re nîne, sedema vê bi zanîn rabûna bi rola ji wan re fesilandî û mîsyona wan a xizmetkirina ji yekdestdariyên mêtinkarî û desthilatdariyê ye.
ABDULLAH OCALAN