NAVENDA NUÇEYAN – Danasîna du têgînên bingehîn çand û şaristanî bi sedema têkiliya wan a bi mijara me re û analîzkirina wan ji bo xwezaya civakî dikare pêşî li me veke û em pê ber xwe bibînin. Mirov dikare têgînên din jî piştre li pey hev terîf bike.
9- Demokrasî
Ji ber ku têgîna demokrasiyê gelekî tê bikaranîn û berevajî cewherê wê tê şîrovekirin, rast danasîna wê girîng dibe. Tevî ku demokrasî gelekî tê bikaranîn li ser têgîna wê aloziyek heye. Belê mirov dikare wê bi awayekî teng û fireh bide naskirin. Bi awayekî fireh mirov dikare wisa bide naskirin, xwerêvebirina civakên dewlet û desthilatdarî nas nekirine. Xwerêvebirina klan, qebîle û eşîran di nava vê kategoriyê de cih digire. Bi awayekî teng jî mirov dikare demokrasiyê wisa binirxîne; civakên di wan de tevî diyardeya demokrasiyê diyardeyên dewlet û desthilatdariyê gelekî têne bikaranîn hene, di van civakan de xwerêveberiyên li derveyî rêveberiyên dewlet û desthilatdariyê dimînin dikevin vê çarçoveyê. Di civakên dewletdar de bi awayekî xwerû ne rêveberiyên demokratîk, ne jî rêveberiyên despotîk dibin. Bêhtir diyardeya rêveberiyên ketine zikhev hene. Ev jî dihêle ku rejîmên hem li rizandina desthilatdariyê û hem jî li ya demokrasiyê vekirî pêk bên. Desthilatdariya dewletê, li gorî xwezaya xwe di têkiliya xwe ya bi dewletê re divê demokrasiyê paşve bixe û bi sînor bike. Hêzên demokrasiyê jî bi awayê nasnekirina dewletê timî dixwazin sînorên xwe berfireh bikin. Pirsgirêk bi xwe ev e, ji ber ku dewlet xwe bi demokrasiyê bi maske dike, û demokrasî jî dixwaze bibe dewlet alozî çêdibe. Di şaristaniya Ewrûpayê de ev alozî bi awayekî sîstematîk hatiye pêşxistin. Di civakên Rojhilatî de cudahiya di navbera xwezaya dewlet û civakê de hê kûrtir e. Desthilatdariya dewletê xwe bi destûra bingehîn bi sînor dike û civak jî bi demokasiya temsîlî tê bisînorkirin, ev jî dihêle ku pevçûnên dijwar ên di navbera herduyan de nerm bibin û derfet çêdibe li rex hevdu bijîn. Ev model ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye pêşxistin û bi awayekî bingehîn armanca wê nermkirina nakokiyên çînî û rêvebirina wan e. Modernîteya kapîtalîst li aliyekî desthilatdariya dewletê bi şêweyekî zêde û berfireh weke dewleta netewe li ser tevahiya hêzên civakî yên li derveyî xwe dimeşîne, li aliyê din jî ji bo kesên di bin îstîsmar û zordestiya sîstemê de dengê xwe nekin hewl dide wan bi demokrasiya temsîlî ya parlementeriyê razî bike. Diyardeya jêre demokrasiya lîberal tê gotin ev e. Rizgarkirina demokrasiya civakî ji vê destavêtinê bi pêşxistina xwerêvebiriyên demokratîk pêkan e. Xwerêveberiyên demokratîk divê desthilatdariya dewletê re neyên wekhevkirin, di bin navê gelparêzî û dîktatoriya proleter de neyê berevajîkirin. Eger bi vî awayî were pêşxistin ev model a herî zêde nêzî çareseriya rast e. Bingeh û cihêwaziya xwerêveberiya demokratîk ew e, ne li ser navê gel dewletê ava dike, ne jî dibe movik û pêveke besît a dewletê. Li derveyî vê riyê bi rêbazeke din ji çeloxwarîkirinên çepgir û rastgir ên demokrasiya lîberal bihurîn, zor e. Lîberalîzm çi xwe weke demokrasiya lîberal a klasîk û çi jî weke demokrasiya gel a sosyalîzma pêkhatî nîşan bide, bi awayekî bingehîn hêza rêveberiya wê yekdestdariya dewletê û yekdestdariyên ekonomîk e. Wezîfeya dikeve ser milê civakê ew e, çawa tevahiya dîrokê li dijî hêzên şaristaniyê kir, di serdema me de jî li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst divê hêzên xwe yên modernîteya demokratîk ava bike. Rola dîrokî ya modernîteya demokratîk ew e, armanca xwe hilweşandina dewletê nîne û armanca wê dewletbûn nîne, herweha di nava dewleta heyî de bêyî ku bihele û bibe dûvikê wê yê sivîl xwe li tevahiya qadên civakî ava û manedar dike.
ABDULLAH OCALAN