NAVENDA NÛÇEYAN – Nexasim we lêhûrbûnek jiyan kir, konferans lidar xist. Lê belê hêjî di derbarê jiyana azad de biyanîbûnek heye. Hêj we tam dev ji têkîliyên takekesî yên kevin bernedaye an jî ji wan rizgar nebûne. Vê rewşa we wisa dinirxînim. Nêzîkbûna we yan asta têkîliya kevnare, yan înkara ku pêş dikevê ye, yan jî nêzîkbûnek burjuvaziya biçûk a pir seresere ye. Tê dîtin hûn bi nêzîkbûnên ku di xwendevanan de tê dîtin ve rê ketine. Pêwîste bê fêmkirin ev ne rêya pêngavê ye, tevlîbûna ji PKK‟ê re li ser bingeha van esasan û derketinan nayê kirin. Asta azadiya ku di PKK‟ê de pêş dikeve berfirehe. Di nava PKK‟ê de rola ku ji azadiya jinê re hatiye dayîn ji naveroka gelek şoreşan zêdetir berfirehe û xwedî naverokek nûjentiyê ye. Li Kurdistanê ne jiyana jina azad, înkara netewî, aloziya civakî, rizîn û belavbûn heye. Li Kurdistanê bê kesayetî di hemû şaneyan de hatiye rûniştin û jiyan bi temamî ji holê hatiye rakirin. Jiyana partiyek wisa bikare bersivê bide rastiyek objektîf û asta azadiya partiyê, azadiya jinê ye. Hûn ê van rastiyan tevan berçav bigirin û wate bidin vê. Ji ber vê me zemîna nîqaşek azad da we. Me hewl da we ji hinek ferzkirinan, nexasim bandora nêzîkbûnên zilamê serdest dûr bigirin. Dîsa hem me hewl da ji şer dûr bigirin, hem jî ji bo hûn di şer de hêsan îmha nebin li qadên guncav bicîh kir. Lê mixabin derket holê ku we zêde ji vê sûd wernegirt. Em nikarin jinê ji rêzê bigirin dest. Em jinê ne weke heyî dipejirînin, ne jî wê wisa bi teşeyî dikarin têr bibînin û derbas bikin. Xebatên jinê karên berfirehin. Jina azadbûyî, civaka azadbûyî ye, welatê azadbûyî ye. Ev jî peywirên azadiyê yên mezin dide we û sûd dide ku hûn nasnameya xwe bibînin û derbixin holê. Li gorî we jiyana azad, jiyana ji bo civakê ye. Pêwîste ew bê dîtin û nirxandin. Dê ev jî bi we pêwîstiya feraset, bernameyekê, pêdiviya rêxistinbûnê bide hîskirin û vê neçar bike. Hûn nikarin rave bikin ku rastî ji bo we tên çi wateyê. Hûn kîne, çine û divê çawa bin? Hûn van pirsan jî ji xwe bikin. Vêca hûn dikarin çi ji jiyanê hêvî bikin? Hûn tenê dikarin bi vê bibin weke jinên ku ji bo zilamê serdest ên gundan hatine amadekirin, li bajaran jî têkîliyên ku pergalê xirab girê dane. Mixabin em jî yeqîn nakin ku ev azadiye û dikare bê jiyîn, ev lenetî ye. Bi pêdiviya azad jiyînê bawerkirin, nîqaşa wê kirin û xalên xwe qanekirinê min ewqasî berfireh girtin dest ku, li beramberî vê ji cînseltiya jinê -ev ji bo zilam jî derbasdare- nirxandinê bigirin, heta felsefeya xwe pêwîstiya we heye jiyana xwe bi temamî di ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku tiştên we jiyan kirine hûn anîne rewşek nenas. Mirov zêde nikare nirx bide ne hestên we, ne hezkirinên we, ne evînên we û ne jî girêdanên we. Ji ber ku ev hemû li gorî civaka mêtînger ji hêla nêzîkbûnên zilamê serdest ve hatine sazkirin û partî jî van napejirîne. Yan hûn ê azad bibin û partîbûnê bijîn, an jî tasfiye bibin. Xeta vê ya navîn nîne. Rêhevalên me yên jin hinekê jî di vê mijarê de zehmetiyan dijîn. Li şûna zehmetiyan, dahûrîn û pêşketin jiyîn rêya raste. Azadî herî zêde jî ji bo we, ji bo zayenda jinê hewce ye. Ya herî zêde bidest bixe dê ew be, ji ber ku ya herî zêde winda kirî ewe. Hûn ê bi vê bawer bikin, lêgerîna xwe ya hest, hezkirin û evînê jî girêdayî lêgerîna azadiyê saz bikin. Hûn ê yek kêliyê jî paşguh nekin ku azadî jî bi şer tê bidestxistin. Lewra ji bo şer hûn ê baldariyek mezin nêzî pirsgirêkên rêxistinê bibin û ger gengaz be di pêkanîna xeta şer de çi ji destê we tê tevkariyê bikin. Dema ev hemû pêk hatin wê ji bo we qada azadiyê hinek din pêş bikeve. Hûn ê jî vê jidil û can weke nîmetekê pêşwazî bikin. Ji ber cara yekê ye hûn û azadî hev dinasîn. Azadî esîl dike û rê vedike ku hûn bi şeref bikevin nava mirovahiyê. Heta ku ew nebe li evînê negerin, jixwe nîne jî. Ger hûn bigerin di dawiya wê de koletî heye, rezîltî heye. Jixwe hêj we xwe fêm nekiriye. Ez li gorî kîme, ji bo çi me, daxwazên min çine, zilamê li beramberî min kiye, zilamtiya ku tê ferzkirin çi dihewîne? Ev zilam di babetên weke zext, mêtîngerî, kirêtî, xweşikbûn û hestan de çawa ye?
Hûn weke zarokekî bi bandorek biçûk tên xapandin û jiyanê jî wisa pêşwazî dikin. Her wiha, ji vê hêlê ve tê gotin ku jin gêje û kême. Yên di pirsgirêkên xwe yên girîng ên herî jiyanî de wisa bê hesab bin, elbet dê nêzîkbûna zaroktî jê re bê kirin. Hevserê wê jî bixwaze dê lêbide, dujîna bike, bixwaze dê bikar bîne, ti mafek weke kesayet jê re nayê dayîn. Hûn ê jî bibin qurbanê hestên xwe û tine bibin. Ev ne nêzîkbûnek azadiyê ya rasteqîne. Tişta tê dîtin, pêwîstî bi hizra azadiyê heye. Gelek xalên ku di vê mijarê de hûn bipirsin û bersivên wan tên xwestin hene. Ji ber ku di pratîkên wargehên we jiyan kirine de we nekariye xwe ji hebûnek ku ji vir ber bi wir ve xirikandinê rizgar bikin, heta hûn ji avaniya civakî ya giştî jî wêdetir ketine rewşek paşketîtir. PKK ne ev e; PKK jinê bilind dike, vediguherîne, azad dike û ji mijara bûna mal û milkbûnê derdixe. Hûn ê bi vê bawer bin û tevlî vê bibin. Ger hêj hûn nezanin pirsan bikin û darezînin, hûn ê çawa li dijî rastiya koletî û serîtewandina wê bikarin behsa jiyana azad bikin? Hûn ê çawa bêjin pêwendiyên me yên hezkirinê û pêwendiyên me yên hestewar? Hûn ê qet ne di ferqa quralên jiyanê yên bingehîn û quralên azadiyê de bin, lê dîsa jî hinek tiştan bixwazin. Ev dişibe şêwaza daxwazên zarokan û jixwe ji zarokan re jî nêzîkbûna zaroktî tê kirin. Hûn jî dizanin, ev şêwaz jî ne hêjayî kesên ku li vir gihane bîst û sih saliya xwe. Mirov hinekî ji vê aciz dibe. Rêbertî di vê mijarê de jî derfetan ava dike. Rêbertiya PKK‟ê, rêbertiya azadiyê ye, rêbertiya azadiya jinê ye. Dahûrîn hene, bi qasî Rêbertiyê di gelek mijaran de pirs kirine, ewqas jî bersivan jî diafirîne. Kesayeta jinê ya ku ne jêhatî, kême, nikare biafirîne, çawa niha jêhatiye, têrê dike û dikare biafirîne derxistiye holê. Diyar kiriye ku jin çawa dikare di qadên weke şer, polîtîka, hilberîn û hest de, hema li her qadê hilberîne. Hûn ê jî nirxek mezin bidin vê û wisa beşdarî partiyê bibin. Ger hûn wisa beşdarî Rêbertiyê bibin, hûn ê ser bikevin. Bi qasî bizanin ser bixin jî, hûn ê bikarin azad bijîn, ji kirêtiyê rizgar bibin, her cure rewşên bêhna serîtewandinê jê tên û bêbaweriyê beramberî xwe dide jiyîn derbas bikin. Ev jî ji bo me xisletên kesayetî yên rasteqîn ku pêwîste bên bidestxistinin. Divê hûn bi xwe di van mijaran de bikarin nîqaş bikin. Dibe ku hûn li her zemînê vê derfetê nebînin. Lê qet nebe di zemînê partiyê de bi alîkariya van dahûrînan paşeroj û jiyana xwe lêpirsînin, ya ku ji bo we û azadiya we guncave bibînin. Di vê mijarê de pêwîstî bi kevneperestiyê nîne. Xwe mehkumî kevneşopiyan kirin herî zêde dê bi we bide windakirin. Têkîliyên erzan ên nav pergalî ti hêviyê nadin. Kesayeta xwe înkar nekin. Ji zayenda xwe û cînseltiya xwe şerim nekin. Berovajî, bi vê serbilind bin. Hûn ê bawer bin ku jin jî esîl û dilpake. Vê jî di nava jiyanê de, bi jiyanê re yek bikin û wisa binirxînin. Lê xwe bi fişal nekin, kesayeta xwe erzan û weke di civakê de pir zêde ye pêşkêşî bazarê nekin. Nexasim dê nêzîkbûnên we yên cînseltî ji xala bazarbûnê dûr bisekine û hûn ê xwe pir xwezayî tevlî bikin. Jibîr nekin, we di van mijaran de hêjî nêzîkbûnên feodal an jî burjuvaziya biçûk derbas nekirine. Hema bêje cînseltiya we di destê we de weke amûrek bazirganiyê ye yan jî bê ku hûn qet di ferqa vê rewşê de bin, bi înkarkirina jiyanê re re rûbirû ne. Kesên wisa durû û şêweya meta nêzî kesayeta xwe dibin qetiyen nikarin bibin xwedî pêwendiyên azad û xwezayî. Exlaqek rast a xwediyên van helwestan jî çênabe. Ev jî tekbirina jiyanê ye. Kesên wisa dijîn ne hezkirina wan, ne jî evîna wan dibe. Ji ber ku pîvanên kesên wisa tine ne, tişta dikin xwe bi xwe xapandine. Dema pêwendiyên azad û xwezayî nebin, siyasîbûn û leşkertî jî nabe. Ger pêk were jî wê yek alî be û teşeyî be. Di encamê de jî belaya serî be. Weke têkîliyên jin û zilam ên entrîkayên feodalî, komplogeriya feodal ku di dîrokê de gelek mînakên wan hene, dibin çavkaniya gelek neyêniyan û hûn ê jî rê ji têkîliyên wisa re vekin. Ev ne hêjayî milîtanên PKK‟ê ye û nayê pejirandin. Ev xal hatine dahûrandin.
Hûn ê li ser vî bingehî xwe ji nû ve ber çavan re derbas bikin û di mijara jiyana xwe de bûna xwedî biryarê mafê xwe bibînin. Rastiyên bingehîn hene. Rastiya welat, rastiya rêxistinê, rastiya azadiyê yekser bi vê ve girêdayî ye. Dema ev nebe ti hêza we nabe. Girêdayî van rastiyên bingehîn wê mafên mirovan, mafên jinê û azadiya jinê li ser van bingehan pêş bikevin. Jiyana azad ji bo zilaman jî nêzîkbûna rast û xweşik, dûrbûna ji kirêtî û koletiyê, ronîkirina her cure rastiya hezkirina watedar gengaz dike. Gengaz be dê hêz bide partiyê, gel û welatparêziyê, şer pêş bixe, derfetên serkeftinan jî biafirîne û veguherîne çavkaniyekê. Jiyana azad wisa bigirin dest. Ji hêla xweser ve jî tişta ji hevalên me yên jin tê payîn ev e. Hûn ê hewldan û serkeftina vê raber bikin. Asta ku dahûrîn dixwazin we bigihîne wisa ye. Tişta ku pêwîste hûn ji pratîkên we jiyan kirine û avabûna kesayetên xwe derbixin holê, lêpirsînan bikin, hem jî rast nêz bibin û xebatên xwe jî di vê çarçoveyê de berdewam bikin. Di vê mijarê de lêkolînê pêş bixin. Lêkolînên xwe, esasî jî lêhûrbûnên xwe li ser esasê serkeftî ber bi erkên xwe ve biçin pêşve bibin. Dema hûn carek din bi ser erkên xwe de çûn -ev erk her cure erkin, ev pêwendî û jiyan, pêwendî û jiyana li her qadê dibe- bidin têrkirin, divê hûn têra her tiştî bikin û serkeftî bin. Divê hûn bizanin partî jî, Rêbertî jî ev e û ji bilî vê rê nedin ti jiyanên din û serkêşiya vê bikin. Rêgeza ku we heta dawiya jiyana we birêve bibe û serwer be bizanin ku ev e û divê hûn di asta mînak de nûnertiya vê bikin. Ji ber ku hûn ji her kesî zêdetir hewceyî vê ne, hem jî weke şervanên dilxwazên vê bi meşekê re rûbirû ne. Rastiya Rêbertiyê li ser vî bingehî ji jinê bawer dike. Hem jinê weke rastiyek objektîf, hem jî bi nêzîkbûnek ku hatî îdealîzekirin ve digire dest. Ji ber ku yeqîn dike hem a rast hem jî ya xweşik ev e. Misoger asta we ya baldarî jî li ser vî bingehî pêş ketiye. Vêca ya dimîne hewldane, xwe her tim berçavgirtine û bi şêweyek rikbar bi hêza nêzî serkeftinê bûyînê ve xwe avakirine. Dê ev jî nasname, azadî û jiyana ku bi we daye windakirin li ser vî bingehî cardin bi we bide destxistin. Nexwe kesên ku partîbûn rast û zelal pêk ne anîne, çi ji hêla kesên ku ji partiyê qutbûnek cidî dijîn ve, çi jî rewşên cuda û ji xwebûna xwe dûrketî dijîn dibe, neçarin ku partîbûnê wisa pêk bînin. Ger kêm-zêde girêdana we bi rastiya Rêbertiyê ve hebe yan jî ev ji bo we wateyekê rave dike, êdî divê hûn van rastiyan têbigihijin. Hûn dikarin bi her tiştî bilîzin, lê mixabin hûn qet nikarin bi partîbûn û li ser vî bingehî bi nirxên Rêberbûnê bilîzin. Dibe ku gelek tiştên we yên ji bo we pîroz hebin, lê belê hinek nirxên me hene wisa hêsan dev ji wan nayê berdan û bi wan lîstin nabe. Ez ji ezmûnên jiyana xwe jî baş dizanim ku, her ku partîbûn rast tê fêmkirin û pêkan dikare bê jiyîn. Em dikarin li dijî dijminê herî hov jî jiyanê ser bixin an jî pêşî li îmhayê bigirin. Em dikarin li ser vî bingehî jî ser bikevin.
25 Cotmeh 1993
ABDULLAH OCALAN