MEXMÛR – Îro di demjimêr 14:00 li Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûrê) li Sazîya Malbatên Şehîda 6 gêrilayên bexwedêr ku li girê Cudî Şehîd ketine bi amadebuna malbata Şehîd Rûken (Guler Gungen) û Şehîd Amara (Ayşe Kapar) merasimek girseyî ya biranînê hat li darxistin.
Merasim bi deqeyek rêz ve hat destpêkirin, piştî rêzgirtinê daxuyaniya HPG hat xwendin û her wiha nasnameya şehîdan hat xwendin. Piştî xwendina nasnameyan Pakistan Bilen bal kişand li ser dagirkeriya dijmin û wiha got: “ Em hemû şehîdan bi bir tînîn û bejna xwe li ber wan ditewînîn, li her cihî ku gelê Kurd jiyan dike girtin, kuştin û her cure êrîşên qirêş tên meşandin. Bê guman li beramberî vî ji gelê Kurd berxwedanekî bê hempa didin meşandin. Li ser vî esasî em wek gelê wargehê bi vê sekin û iradeya heyî emê li ser karên xwe bisekinin”
Her wiha birayê Şehîd Rûken Beşir Gungen got “heta dilopek xwin di laşê me de hebe emê li ser riya wan bimeşîn. Ez soz didim ew rêya ku Şehîd Rûken û hevalên wê ser meşîya heta dilopek xwîn di laşê me de hebe emê li ser wê rê bimeşîn. Serê Rêbertîya me gelê amade û ne amade sax be.”
Ji malbata Şehîd Amara bavê wê Ehmed Kapar axivî û got: “ Serî sersaxî ji hemû gelê me dixwazin, bi hezaran zarokên vî gelî ji bo azadî şer kirin û Şehîd ketin emê tola wan erdê nehêlin em amadene ji bo vî welatî hem xwinê hemjî xwidanê birijînin.”
Ji heman malbatê dayîka Şehîd Amara Taybet Kapar axivî û sersaxî ji Rêber APO û hevalên wî yên tekoşînê re xwest.
Piştî ku axafinên malbatên Şehîd xilas bu diruşmeyên “ Şehîd Naminin” “ Bijî Serok APO” hatin qirkirin.