Di sala 2011’an de li rojhilata navîn bûyerên girîng pêk hatin. Ji Misrê heta Sûrî li gelek welatan gel rabû serhildanê. Hinekan gotin bihara ereban, hinekan jî wekî şoreşê bi nav kirin. Armanca çalakgeran jî guherîna rejîmên dîktator bû. Lê rewşa li Sûrî ji ya welatên din cûdatir bû. Di nava 11 salên derbasbûyî de Beşar Esad ji desthilatdariyê neket. Her li cihê xwe ma. Lê li ser axa Sûrî guherînên girîng çêbûn. Bi taybetî jî li bakur-rojhilatê Sûrî ango Rojavayê Kurdistanê. Di sala 2012’an de li Rojava şoreşa gelan dest pê kir. Ev şoreş nedişibiya ya welatên din. Ji ber ku li Rojava xeteke sêyemîn derket pêş. Gel ne li cem rejîmê cihê xwe girt, ne jî li cem komên çekdar. Pêkhateyên Rojava xwe bi rêxistin kirin û biryara xwerêvebirinê dan.
Ji aliyê siyasî, civakî û eskerî li Rojava şoreşê dest pê kir. Ev yek jî ne di hesaban de bû. Eger ev şoreş nebûya wê hesabê dagirkeran li Sûrî çûba serî. Lê ji ber vê şoreşê Sûrî li ser piyan sekinî. Vê şoreşê bandor li rêveberiya Sûrî jî kir ku li ser desthilatdariyê bimîne. Ev yek jî li hesabê dewletên mêtînger nehat. Lewma jî dewleta Tirk komên çete bi rêxistin kirin û berê wan da Rojava. Ji destpêka şoreşê heta niha jî ev komên çete êrişan dikin. Êrişên herî giran jî di sala 2014’an de dest pê kirin. Ji Kobanê heta gelek deverên din dest bi êrişên dagirkeriyê kirin. Bi saya pêkhateyên Rojava ew êriş têk çûn.
Dewleta Tirk ango serkêşê wê rejîma faşîst Erdogan gelek rê û rêbaz ceribandin. Li gorî hesabê wî diviyabû desthilatdariya li Sûrî hilweşiyaba. Ji bo vê yekê jî ji Beşar Esad re gotinek nema û nekir. Heman gotin ji bo serokomarê Misrê Sîsî jî bi kar anîn. Ji wan re digot dîktator û darbekar. Lê dît ku nekarî wan têk bibe, vê carê jî bi wan re rûnişt. Erdoganê ku ji Sîsî re digot darbekar, çû ber lingê wî. Gotinek heye û dibêjin; destê tu nikarîbe bişkîne, divê tu maç bike. Ev tişt jî bi serê Erdogan hat. Niha jî heman tiştî li Sûrî diceribîne. Di asta wezîran de hin hevdîtin kirin. Piştî 11 salan careke din li deriyê Sûrî xistin. Erdogan gelek daxwaz û ricê kirin ji bo ku ev hevdîtin pêk werin.
Îro her kes dizane ku derdê Erdogan tinekirina Kurdan e. Lewma jî armanca hevdîtinan li ser vî esasî tê meşandin. Dixwaze bi van hevdîtinan re hukûmeta Şamê dûrî rêveberiya xweser bixe. Bi vî rengî dijminatiyê pêş dixe. Erdogan di hemû hevdîtinên xwe de jî pêşî li ser dijminatiya bi Kurdan re disekine. Li Ewrûpayê jî vê yekê dike. Ji van hevdîtinan tenê dijminatî derdikeve. Lewma jî mirov dikare bibêje ku çiqas hevdîtinên wan hebin, divê ewqas jî têkoşîna Kurdan mezin bibe.
Îro derdê dewleta Tirk têkbirina şoreşa Rojava ye. Di wê şoreşê de keda her kesî heye. Ji enternasyonalîstan heta şoreşgeran, ji gerîlayan heta şervan û kedkaran her kesî cihê xwe têde girt. Bi vê şoreşê re hat dîtin ku dema şerê gel ê şoreşgerî hebe encama wê jî heye. Em vê encamê îro li Rojava dibînin. Di encama şerê gel ê şoreşgerî de berhemek heye. Hêzên navnetewî neçar dimînin ku vê berhemê nas bikin. Di sala 2014’an de hat dîtin bê çawa ciwanan pêşengî ji vê şoreşê re kirin. Di têkbirina DAIŞ’ê de ciwanên ji her çar aliyê cîhanê di vê şoreşê de şerê gel ê şoreşgerî meşandin. Bi saya wan ciwanan dawî li hebûna DAIŞ’ê hat anîn.
Erdogan dît ku nekarî bi DAIŞ’ê Kurdan û destketiyên wan têk bibe, niha jî çavê xwe berdaye hevdîtinên bi Şamê re. Dixwaze bi van hevdîtinan encaman bi dest bixe. Encam çi dibe bila bibe ferq nake, lê ya ku pêşî li encamê bisekine jî biryara Rojava ye. Eger ciwanên Kurdistanê wekî sala 2014’an xwedî biryar bin, wê dîsa karibin bibin pêşengê şoreşê. Di sala 2014’an de me li Kobanê, Şengal û gelek deverên din ev yek dît. Wê demê ciwan pêl bi pêl herikîn nav refên şoreşê. Ev şoreş hê jî nû ye û zindî ye û ti carî kevin nabe. Bi vê şoreşê re dikarin bandorê li hevdîtinên dewleta Tirk û Sûrî bikin. Ew çiqasî hevdîtinan dikin bila bikin, lê ya pêwist têkoşîna ciwanan e. Eger ciwan di şerê gel ê şoreşgerî de xwedî biryar bin, dikarin dawî li hegemonya dagirkeran bînin. Yê ku encamê diyar bike pêşengiya ciwanan e.
Aslan aslan Ji Bo Ajansa Nûçe Ciwan Nivîsandî……..