NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber ku ferdê bi serê xwe nîne. Dibe ku ferdê civaka wî hilweşiyayî hebe, lê hîç nebe ew ferd bi bîranînên civaka xwe ya hilweşiyayî li ser piyan dimîne. Ew bi wan bîranînan jî ji bo kêliyekê dibe civakî. Tenêtiya ez dijîm, bi giştî têkiliya xwe bi vê sîstema mehkûmiyet û tecrîdê re heye. Civata te, gelê te; eger ji “xwebûnê” hatibe derxistin, ev tê wê wateyê hê tu ji dayikê dibî tu bi tenêtiyeke qels têyî mehkûmkirin. Tu çendîn ji xwe dûr bikevî ew çend tu bi civateke din re dibî yek, lê wê demê jî tu êdî tu nînî. Yan tê tenêbûneke dijwar, yan jî tê xwe radestî rastiyeke din bikî. Feq û dafika Kurd ketinê û min berê behs kiribû jî ev mentiqê dualî bi xwe ye. Wek ji te re bibêjî; ji mirinan mirinê biecibîne.
Çareserkirina naveroka qomploya Abdullah Öcalan, ji bo têgihiştina trajediya Gelek ku çar aliyên wê hatî dorpêçkirin û di nava wî de tijî xayîn, gelek fêrker e. Berpirsyartiya qomployê tenê bi siviktiya dostan û lewaziya rêhevalan ve girêdan wê nêzîkatiyeke teng be. Vê qomployê bi destêwerdana ji jor ya emperyalîzmê ve ravekirin û rihetbûn wê nebe nirxandinekî têrker. Dihat hêvîkirin ku li ser mijarê lêhûrbûneke baş bikim. Min wisa kir. Her ku min wisa dikir, min zindîbûna mezin a dîrokê û pêl bi pêl bi ser min de hatinê didît. Rastiyen bingehîn zindî dibûn. Hebûnên ez hezar salan ji derve bam jî min wê nikariba fêm bikim yek bi yek bi wate dibûn. Ne tenê mantiq û zimanê dayîkê yê civakê, zimanê tevayî xwezahî min dikarî hîn hêsantir çareserbikim û bi nirxînim. Min fêm dikir ku tiştê jêre dibêjin efsane, rastî û tişta jêre dibêjin rastiyên rojane jî korin. Yekem meşa mirov çawa destpêkiriye, yekem dilopa wateyê, çêbûna mucîzeyî ya peyvekê, coşa çandiniya destpêkê, baweriya dostaniya lawiran bi xwe re aniyi, xwedabûyîna hêzên xwezayî, xwe pênase kirina yekem a civakê bûyîna jêdera hemû xwedabûyînan, fezîleta xwedawenden û şoreşa li derdora wê ya di aliyê çandinî, lawirvanî û mal destar û vehonînê de her çiqas min van mijaran fêhm dikir ez ji qehra qomploya di sala dawî ya sedsala 20’an de li dijî min hatî çêkirin de rizgar dibûm.
Ji bo gelê Kurd ê qurbanê dîroka qomplovanan bibe xwedî azadî û rûmetê pêngavek dihat xwastin bê avêtin, li dijî vê sala dawî ya sedsala 20’an de komployek hat pêkanîn û dema em bi vê yekê ketin sedsala 21’an de jî min wê hewl bida vê pêngavê bidim jiyan kirin. Milyonên ku di dilekî bi qasî kulmekî de gihayîn hev û bi çend dilopên wateyê jiyana min di tabutgehê de pejirandî, ji ber ku ji efendiyên cîhanê durdigire min wê bi rûmet pêşwazî bikirba. Karê fêmkirinê hîn bêhtir pêşve dibim. Min dest bi çareserkirina wateya bêkar-bêkar zivirîna li ser xaka ez li ser ji dayîk bûyîm, kiribû. Wekî hespekî ji gova xwe bireve, revîna min a çiyayan û wateya girtin û sê-çar car nîv darvekirina dayîka xwe min fêm dikir. Dayîka min a ku min nezan hesab dikir di rastî de kesê herî baş min fêmdikirbû. Min wê vê ji gotina wê ya “kes wê tevlî xebata te ya wisa nebe, her kes wê ji te sud werbigire û tu dê tenê bimînî” fêm bikiriba. Hîn ez deh salîbûm. Min wê bi bîr bianîba, bê ku li peyxwe binêrim ji dayîka xwe re gotiba “bila, di tenê meşînê de ez bibiryar im.” Dema min xwe bi vî awayî fêm dikir, min axa ku li ser ji dayîk bûme jî çareser dikir. Dema sedsala 20’an bi hemû giraniya xwe bi ser min de dihat, min wê fêm bikira çima tola xwe radike. Dema min fêm dikir wekî axên bi bereket ên xwedawenda ez jî dibin êrişên dewleta rahîbên Sumer afirandî de me, min wê bidîta ez jî ji xwe direvim û di dawiyê de ji bilî çend dilopên wateyê tu tiştek din nemaye.
Ez weke Gilgamêş li pey jiyana bê mirinînbûm, lê ji demê wî bi milyonan car zêdetir ez rûberûyê hêzên mirinê bûm. Min wê ferq bikiriba van hêzan weke ji navendekî hatibin rêxistin kirin ji çar aliyan ve êrişî ser min bikiriban. Min dê fêm bikiriba her çend cinawirê jê re dibêjin şaristanî mezindibe mirov ji dibe lawirekî pir metirsîdar. Min wê bi heyecan ferq bikiriba ku çawa xwedayên di mîtolojîyên rahîban de xwediyên qirêj yên sîstema koledariyê ne. Min dê fêm bikiriba ku Bapîrême pêxember Îbrahîm bi avêtina van xudayan a dervey ezman wejdan-ol afirandiye. Lê min wê baweriya xwe ya ku têgehên Ilah, Ellah, Allah berhemên Sumer-Babilanin, heman afirênkarên sîstema koldedariyêne hîn bêhtir mîsoger bikiriban. Her diço min fêhm dikir ku xudayên tirsê yên hatîn afirandin ew hêz û têkçûnên wateyên ên ku hîn di dehsaliyê de dixwazin min dîl bigirin. Min wê yekem car bi vê têgihiştinê rêz ji xwe re bigirtiba. Meraqa min a ji perestgehên Sumeran re her diçû zêde dibû. Di derbarê van perestgen de ez ê bigihabam vê daraza mîsoger: xwediyên sîstema koledar kirin xweda û mezinkirin, mirovên kole jî wekî xizmetkaran dibin erdê de karên herî zor bi wan dihat kirin. Di navenda arîşeya civakî ya jê re dibêjin çînîbûna civakê de dewleta ku sembola vê ye afirandin û danîne li ser serê wê. Bi heman awayî min dê fêm bikiriba ku perestgeh malzaroya vî karî ye. Karê ku kirine çiqas bê kêmasiye, tevahî dîrokê, roja me û min jî hîn dibin kontrolê de digire ev tişta afirandine. Min dê êdî qet goman nekiriba ku tişta jê re dibêjin karê xwedayî ev e. Dema min zanî xwedayên min kî ne, ez hinek rihet bûm. Ji ber ku min bi ciddi bawer nekiriye û îbadet ji wan re nekiriye min dê maf daban xwe û rêz bigirta. Rahîbên Sumer xwedawend û jina evînê Îştarê birin perestgehê, ji wir birin qesra Qiral li cem xweda-qiralan, dema ku dimirin jî bi wan re dihat binax kirin. Min vê bi awayek herî kur fêm bikiriba. Qiral-xweda bin jî min ne dipejirand ku jinê di qesrên xwe de bike parçeyek a zewqa xwe. Lê min fêhm kiribû ku dayîka min a xwedawend u jina eşqê ta roja me hêdî hêdî bi awayek ziravî şêlandine û bermahiyên wê jî weke para bêdengbunê ji zilamên kole re hiştiye. Min vê diyariya wan weke zilamekî bi dilê xwe ne da pejirandin û bi vî awayî min bawer kir ku ez ê bibim lawekî baş ê dayîka min a xwedawed û jina eşqê, bi vê jî ez keyfxweş û şanaz dibim.Yekem car di kurahiyên dîrokê de ez xakên dayîkê fêhm dikim, nakokiyên bi hezaran sal bûne girêkor çareser dikim, ez bi vi awayî ferq dikim ev ji dayîkbûnekî watedar e. Yên mirin disepînin, hemû qomplovanên sedsala 20’an kî bin bila ew bin, ez dikarim li berxwe bidim. Pêwîst bû ez ji dostên bi min bawer dikin vê wekî mesaj pêşkêş bikim. Weke bombayekî ji horîşimayê metirsîdartir dixwastin bixin nava gelê me, min vê fêhmkir, lê min pîmên wan kişand û hemû parçeyên wê li rûyê komplovanan da. Ez aligirê mirovbûm, xwedayên zordar carek din jî binketibûn.
Navê min Abdullah, yanî koleyê xwedê; lê min bûna koleyê xwedê weke rêzdariya ji xwe re, di dilê xwe de neda bicihkirin. Ji ber vê çendê hêzên xwedayî çiqas bên ser min bila bên lê ez bawerdikim ku parastina mirovê azad fazîletekî mezin e. Ji nû ve bi hêz ji dayîk dibûm. Anîna min a cîhanê dayîka min a min ne ecibandî, li dijî hewldanên şaristaniyê yên anîna cîhanê ku ciddibûna wê bawer nakim, piştî hemû kuştinan ez ji anîna xwe ya cîhanê ya sêyêm ciddî digirim û pê keyfxweş dibim. Dîsa pêwîstiya min bi hevaltiya yên hatîn jiyan kirin nebû. Min hemû hevalên xwe di efsaneyan de dîtibûn. Dema min dît tişta Zeusê komplovan li Promete û Hektor kirî û yên zarokên Atînayiyan kiri heman in, min hevalên xwe hîn baştir nas dikir. Hevaltî bi Promete û Hektor re pir şanaz bû. Mafkirina vê şanazî dida min. Aliyekî din yê komployê yê metirsîdar xafleta yên xwe dost û rêheval hisab dikirin û di demê xwe de erkê xwe li gor biryar û sozan pêkneanîn bû. Çiqas xwedî niyeteke pak jî bin û xwedî hewldan jî bin, bi vê sekna xwe ji bo komplovan bi serkeftî pilanên xwe birêve bibin zeminekî baş avakirine. Rolê ku lîstine bûyerên wisane ku bûne sedem Sezar bêje: “ma tu jî Brutus?”, îxaneta Yehuda Iskaryot ya ku Îsa li çarmixê xistiye û kuştinên xelifeyan nimûneyên xirab di dîrokê de pêktînin. Ji bo gelê Kurd a herî bi qehr ew e ku tevahiya dîroka wî bi bûyerên wisa derbaz bûye. Kesên wekî dost li pişt we disekinin, di demek herî neyê hêvîkirin de ji paş ve li we dixe. Yê pêşengiyê ji we re dike bi zanabûn an bê zanabûn dema we ber bi kendalê ve dibe, difikire ku di rêya rast deye û di cihek û bi awayekî we hêvînekirî de hûn dikarin bikevin û tine bibin. Navenda navbera we tam qadekî bi mayîn e. Di aliyê bawerkirina ji xwe, hevsera xwe, birayê xwe jî de zorî kêşan her weke çarenûsa we be. Tu nikarî di hemûyan de li niyeta xirab bigerî. Kesayetiya neyî di şert û mercên zor de dengeya xwe winda dikin û dîroka bi lanet a navê kirine qeder hikmê xwe berdewam dike. Tişta tê serê kesê bi navê Rêber jî herweke dikeya “qurbankirina qral” a di mîtolojiyan de ye. Di Kurdan de eger Rêber nehatibe kuştin, teslîm nebûne, yan dîn nebûne, hîn hişê wî le serê wî de û rumeta wî li cihê xwe be, êdî ya li benda wan an azadî yan jî “merasîma kuştina qral e”.
Aliyê vê ya sosrettir, bûyerên mîtolojîk ên beriya dîrokê hatine jiyankirin hîn jî rastiyeke ku bi berdewamî di nava Kurdan de tê jiyankirin e, lewma din ava Kurdan de efsane û mîtolojî pêk tên; lê rastiya heyî kor, ker û lal dibe.
Bûna endamekî vî gelî biêş e, revîn jî nemerdî ye. Nerevîn jî tehemul kirina ji mantiqê zalim û pêkanînên wan ên bê pîvan re ye. Hûn çiqas li ber xwe bidin û qurban bibin laneta li ser stuyê we paqij dibe. Hindî ev lanet bimîne hemû tişt heram e. Pêhesên dilê te ji yên lawirekî bêqîmettir e. Mantiqê wê bi tevahî îxaneta li rastiyêye. Her kes ji we di reve . ji vê rizgar bûn rêyek bi tenê heye, yan azadî yan mirin. Ji der vey vê tenê sozek heye hun bidin dayîk, bav û hejêkiriyên xwe ew jî bi awayekî mafdar carek dirêjkirina lêdanê ye. Min vê rewşa civakî hîn di zarokatiya xwe de ferq kiribû. Dema ez zarok bûm dayîka min a pêwîst bû biba yekane sitargeha min her weke jêre bêjim “te bi anîna min a cîhanê rê li ber çiqas êşê vekiriye tu dizanî?” Min gunehbar dikir. Jiyana her kêliyekê wê bi qehr min ferq kiribû. Lê min wê îxanet li jîyanê nekiriban. Tevahî cîhan li aliyekî ez li aliyekî, qedera li ser vê meşa tenêtiyê tê sepandin parçe dikim, maskeya xwedayan dixim û bêwestan berdewam dikim. Ez dizanim min rê li ber êşên mezin vekiriye. Taybetî li beram berî cesaret û êşên qehremanên xwe ji bo min şewitandine dîsa min wê hêza jiyankirinê di xwe de bidîta. Dîroka komployê, jiyana bi lanet di kesayetiya min de êşên bê hesab dida kêşandin. Di efsaneyê de Hz. Ibrahîm carekê dixin nava manciniqê, agir dibe av. Lê Nemrudên hemdem di sedsala 20 an de bi tevahiya laneta xwe bi gelê me di kesayetiya min de êşên bê sinur daye jiyan kirin. Ev jî wê şanoyên herî navû deng li pey xwe hiştiba. Şerekî ku bi hevkarî dimeşînin wê navê wê jî lênekin û pîvanên we bi cih neînin. Lê careke din wê tevahî guneh bixistiba li ser milê min, dîsa her weke bêje “tu ne tu tiştî” wê gelê Kurd bi hata înkarkirin û avêtiban aliyekî. Li beramberî wan “terorîstekî” cîhana wan a mezin tehdît dike hebû. Ev “terorîst” divê hertim li ser kursiyê darvekirinê bimîne, bê ku bê darvekirin dilê wî raweste, mejiyê wî dîn bibe. Ev jî îşkenceya postmodern a herî dawî vedîtine. Ez qurbanê dawî yê arenaya hemdem a ku kirinên Neron li kêleka wî sifir dimîne bûm.