REQA – Di nava pîrozbahiyên Salvagera 18’ê min ya damezrandina Kongra Star Endamen Yekitiya Jinên Ciwan li Reqa jî beşdar bûne û li hember dorpeça Şehba û Heleb daxûyanî da.
Endamen Yekitiya Jinên Ciwan li Reqa ye gotineke bi wî renge kir:
“Rêjîma faşîst a Sûriyê, bi rêya Firqeya Çarê a bi dîroka xwe ya reş tê naskirin, binpêkirinên xwe yên hovane li dijî gelê Sûriyê û bi hevahengiya bi dewleta Tirk a faşîst re, dorpêçeke asê li ser devera Şehba li bajarê Helebê pêk anî ye, ku zêdetirî. Hezar koçberên bajarê Efrînê ku ji ber şerê hovane û çeteyên dagirkeriya Tirk neçar man ku bi awayekî milk û malên xwe berdin, koçberî çejna bibin, ji Efrîna ku niha hemû qanûnên dewletê lê didin.
Ev ev rejîm ji hemû ehlaq û nirxên mirovî û netewî hatiye bêpaakirin û bûye qatîl, her xewn û hêviyên gelê Sûriyê ji bo jiyan û jiyaneke azad û bi rûmet asteng û bipê kirîye.Weke niha li şehba Zivistana dijwar hevdem bû bi bahozeke dorpêçkirinê re ya bi destê rêjîma Sûriyê û bi alîkariya dewleta Turkiyê , armanca wan kûştina jiyan û mirovatiyê ye.
Û ev hemû tawanên li dijî mirovatiyê û mafên sivîlan di bin lensê dewletên navdewletî de pêk tên, ya ku tiliya xwe li ber binpêkirinên mafên mirovan nahêle, û rêjîma Sûriyê bûye xwediyê tomara reş li meydanê. komkujiya li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.
Em jî weke yekîtiya jinên ciwan ya bajarê Reqa û gundewarên wê ji civakên navdewletî û hemî rêxistinên mafê mirovan ya ku qaşo mafê mirovahiyê û sivîlan diparêzin ku êdî çavê xwe li ser hovîtiya rêjîma Sûriyê vekin û dorpêça li ser Şehba rakin her wiha parastina mafê mirovan li. Dijî komkujî û mirovatiyê bisekinin.
Na ji dorpêça li ser Şehba re
Na ji dorpêça li ser Helebê re.”