RANYA – Rêber Apo zêdetirî 24 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 2 sal in tu agahî jê nayên girtin.
Ciwanên Welatparêz û jinên ciwanên têkoşer li Ranyayê hemberî tecrîda girankirî ya liser Rêber Apo û bikaranîna çekên kimyewî li dijî gerîlayê azadiya Kurdistan bang li hemû ciwan, jinên ciwan û gel kirin. Metna vê bangê ji aliyê endamê Ciwanên Welatparêz Agir Raperîn ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin , “Azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi meş û çalakiyan tenê nayê bidestxistin. Azadiya Rêber Apo wê bi têkoşîna gerîla û têkoşîna bênavber a li dijî xiyanet û dagirkeriyê pêk were.”
Bijî berxwedana gerîla
bimire xiyanet
Bijî Rêber Apo