AMED – Bazên Metrepolê ji bo bîranîna Mehmet Akar ê ku li Amedê li dijî tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan çalakî kiribû û şehîd ketibû, çend çalakî kir.
Bazên Metrepolê derbarê çalakiyan ev daxuyanî da:
“Kesê bi navê Abdullah Koçan ê ku bi dijmin re di nava hevkariyê de bû û beriya niha hatibû tesbîtkirin, li taxa Medyayê ya Amedê dema bi wesayîta xwe di rê de bû, bi molotofan li wesayîtê hate xistin.
Mehmet Akar (25) li Birca Keçikê ya Amedê agir berda bedena xwe û li dijî tecrîda li ser Rêber Apo çalakiyek li dar xist. Di nameya xwe de gotibû ‘Bila ronahiya agirê ku bedena min dişewitîne, Îmraliyê ronî bike.
Di heman demê de hêzên me li Taxa Azîziye ya Seyrantepeya Amedê demaku wesayîta zirxî ji bo zextê li gelê me bike, heta taxê, hêzên me li wesayîta zirxî dan. Dagirkeran xwe vekişandin û banga takviyeyê kirin û dora taxê girtin. Di vê çalakiyê de polîsên Tirk ên faşîst derbeke giran xwarine. Hêzên me bi selametî ji qadê derketine.
Polîs û cerdevanên dewleta faşîst, artêşa wê, cerdevan, hemû saziyên sîstemê yên girêdayî sîstemê, ku bi tirs û zilmê hewl didin gelê Kurd bitirsînin, faşîstên sivîl ên ku xwe dispêrin vê dewletê, kesên li dijî gel sûc dikin wê berdela vî tiştî bi giranî bidin.”
Ciwanên Bazên Metropolê jî bangawazyiya ciwanên bi wî awahî kir:
“Weke ciwanên welatparêz, bila gumana kesî nebe ku em ê îro jî sonda tolhildanê weke hevalê xwe Mehmet wê rojê bixwin. Divê her ciwanê Kurd xwe weke leşkerê tevgera tolhildana PKK’ê bibîne. Divê 24 saetan bi hesta tolhildanê bijî û her demê di nava çalakiya tolhildanê de derbas bibe. Divê ruhê berxwedanê yê li çiya bibe rêya jiyana hemû ciwanên Kurd. Divê rûyê ciwanên Kurd li berxwedana gerîlayên me yên qehreman vegere û dirûşmeya wan tolhildan be. Di van rojên ku em ji bo hebûna xwe têdikoşin, pêwîste her kes li ser milê xwe rast derkeve. Pasîfbûn qebûlkirina têkçûnê ye. Di çalakiyê de û berxwedan tê wateya meşa li ser rêya Rêber APO. Her ciwanekî Kurd fedayîyekî Rêber APO ye. Û divê her ciwanê Kurd bibe xewna xemgîn a dewleta Tirk a faşîst. Êrîşa hovane ya dewleta Tirk a faşîst wê ji bo me tu carî nebe bûyereke asayî. Ew ê her dem wekî bîranînek ku hêrsa me geş dike were bibîranîn. Jibîrkirin xiyanet e!”