AMED – Milîsên Mehmet Akar ên HDBH’ê derbarê çalakiya xwe ya li Amedê daxuyaniyeke nivîskî weşand:
Di daxuyaniya HBDH’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Milîsên me li dijî vê êrîşa hovane ya tecrîd û îmhayê çalakiyên xwe zêde dikin. Em bi hêza ku me ji şehîdên xwe stendiye li dijmin didin û bala hemû dinyayê dikişînin ser tecrîd û îmhayên li girtîgehan.
Li Taxa Yenîkoyê ya Amedê li ser rêya Êlihê me di 17’ê Çileyê saet di 22.30’an de bi sabotajê li wesayîta zirxî ya Akrebê da. Piştî çalakiya me polîs ketin nav panîkê. Milîsên me bi selametî ji qadê derketin.
Em ê êrîşên tecrîd û îmhayê, zextên hovane yên li ser girtiyên şoreşger û tarîtiya zindanê hilweşînin.”