NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 14’ê Nîsana 2022’an û vir ve dewleta Tirk a dagirker di çerçoveya sûcên şer de li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî bikar tîne. HPG’ê hemû êrîşên ku çêdibin, di bîlançoyên xwe yên rojane de bi raya giştî re parve dike. Herî dawî HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku 11 gerîlayên azadiyê li Tunelên Şerê Şehîd Xursî têkoşîneke dîrokî didin û di encama bikaranîna tund û sîstematîk a çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker de 5’ê Mijadarê 2022’an de şehîd ketin.
Ajansa me têkoşîna 11 gerîlayên azadiyê bi dosyayek ku ji vegotinên wan pêk tê pêşkêşî we dike.
Nasnav: Harûn Firat
Nav paşnav: Yûnûs Alkan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Gulser-Osman
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap
“Navê min Yûnûs Alkan di navçeya Wanê, Westan dayik bûme. Naskirina min ji bo PKK despêkê em zarokatî yê de, ser navê wan ‘terorîst’ digotin. Me wisa naskir. Dema pêş min bi xwe wate neda, min lekolîn kir, yanî ji bo çi derketin çiya, ji bo çi şer dikin, naskirina min wisa çebû.’
“Ez li Wanê tevlîbûm, sala 2014’an de. Ji bo jiyana çiya jî, li bajar me jiyan dikir, me rojane jiyan dikir, me çi kir me nedizanî, lê li vir wisa nine. Mirov çi dike, wate dide. Mirov rastiya xwe dizanê. Dema em despêke hatin kesayeta me, qirejahiya sîstem li ser me hebû. Dem derbasbû me ser xwe gohertin çekir, me rastiya xwe zanî.”
“Bi her awahî êrişê dijmin çedibin, taybet li ser gelê me, li ser Serokatî. Em topyekûn di nava êrişe de ne. Herî dawî jî, piştî şoreşa Rojava wisa bi giştî sîstem ditin ku, wekî netewa demokratîk, disa konfederalisma demokratîk wekê alternatîfekê kû di civakê de tê rûnişkandin, tê pejirandin. Ew jî ji bo xwe wekê xeteriyekê dîtin, ji bo wê jî êrişê xwe hin bêhtir kirin. Ji ber kû ji bo xwe xeterî dibînen, êrişê xwe zedetir kirin. Herî dawî, ji ber kû jiyana kû Serokatî afirandî, îro gelê me giştî rojhilata navîn de şiyarbûneke çêkir, anî we astê, dixwazin tasfiyê bikin, tine bikin. Tenê ne ali dewleta tirk bi her awahî piştgirî tê dayin. Anha qadên Metîna, Zap û Zagrosan berxwedaneke bêhempa te dayn. Wê payizeke wisa hemleyeke were despêk kirin. Rêxistina me di wê hemlê de guncav dît. Lehûrbûnè me li ser wî esasiyê kû em bersivekê xort bidin dijmin. Em ê îrade ye dijmin bişkînin, em ê beriveke kû pewîst bidin.“
Di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî yên giran û bi rêk û pêk, 5’ê Mijdarê li tunelên şer ên Şehîd Xursî Harûn Firat bi 10 hevrêyên xwe şehîd ket.
Tevî ku dîmenên êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî hatin weşandin û ji aliyê raya giştî ve hate temaşekirin, dengekî xurt li dijî vê yekê nehate bilindkirin û ev yek jî bû sedem ku ev êrîşên li dijî mirovahiyê dewam bikin.
Dîmenên kû berê hatîn parvê kirin:
https://www.nuceciwan119.xyz/ku/taybet-berxwederen-reya-serkeftine/