BERLIN – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer di civîna Berlînê de ragihandin ku wan Komuna Şehîd Rêzan Amed ava kirine.
Çalakî ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest pê kir, bi sînevîzyonê domiya.
Piştre jî Komuna Şehîd Rêzan Amed hate ragihandin.
Ciwanan diyar kirin ku wê Komuna Şehîd Rêzan Amed azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re bike xebateke sereke û bang li ciwanên li Berlînê kir ku bila têkoşînê geş bikin.
“Heta ku Rêberê me azad bibe, hemû faşîst û dagirker ji welatê me derkevin, gelê Kurd bibe yek û azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li welatê me bi belavbûna ramanên Rêber Apo re, li dijî pergala otorîter û sûc a Modernîteya Kapîtalîst, Sîstema Konfederalîzma Demokratîk weke alternatîf hate avakirin. Niha yekane alternatîfa ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Di serî de jin û ciwanên Kurd alternatîfa me hemûyan e. Dema azadiya Rêber Apo hatiye û ji bo azadiya Rêber Apo tişta herî mezin ew e ku bi çalakiyên radîkal xwe bi rêxistin bikin.”
Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Meşa dirêj wê di navbera 5-10’ê Sibatê de were kirin.