QAMIŞLO- Di bin şiyara”Ciwan Fedayî Rêber Apo Ne” Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo meşek li dar xistin.
Meşa ciwanan ji ber wargeha ciwanan dest pê kir, bi silogana ”bê serok jiyan nebe”. Ciwanan pankartên ”Ciwan Fedayî Rêber Apo Ne her wiha Mala Xwe Taxa Xwe Welatê Xwe Biparêze” vekirin û alên Rêber Apo ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan hildan di meşê de ciwanan banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin û berxwedana Rêber Apo û Gerîla silav kirin. Meş di nava sûka giştî re der bas bû û li ber şaredariya bajar rawestiya dest pêkê ji bo tevahî şehîdên şoreşê deqeyek rêzgirtin dest pê kir paşê li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan Rîm Dede axivî û got: ”Kombûna we li vê derê ji bo me cihê hêz girtinê û îrade girtinê ye ji ber ku li kuderê ciwanekî şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo hebe wê her coş û heyecana wan ev be weke hûn dizanin ev 23 sal der bas bû ev ketiye sala 24’e mîn rêberê gelê kurd rêberê felsefeya netewa demokratîk di îmraliyê de ye girtina Rêber Apo bi fîzîkî di girava îmraliyê de bi destên dewletên faşîste lê em weke ciwan weke jinên ciwan emê her li qada bin û dibêjim bijî berxwedana Rêber Apo. Di dawiyê de ciwanan siloganên ciwan fedayî Rêber Apo ne berz kirin.