Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Berxwedêrên rêya serkeftinê – Bîranina Şehîd Adar Çiya

Ji bo bîranina 11 gerîlayên azadiyê kû li Şehîd Xursî ji ber bikar anîna çekên kîmyewî şehîd ketin

Edîtor: Nucan Serdoz
27/01/2023 - 0:27
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
Berxwedêrên rêya serkeftinê – Bîranina Şehîd Adar Çiya
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Di despêka êrişên dagirkeriyê di dîroka 14’ê Nîsanê de heya îro leşkeren dewleta dargirkera tirk çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî li hember gerîlayen azadiya Kurdistan bi kar tînen. Di dema dawiye de HPG nasnameyan 11 Hevalen qehreman parvê kir kû ji ber bi kar anîna çekên kimyawî û bombeyên qedexekirî bi awayeke pir dijwar di roja 5’ê Mijdarê di sala 2022 şehîd ketin.

Wezareta şerê taybet a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ye, eşkere kir ku şehadeta van hevrêyên me di şer de bûye, lê derew kiriye. Bi vê derewê hewl daye ku sûcê şer ê bi çekên kîmyewî veşêre. Hûlûsî Akar ê kîmyewî û sûcdarê şer, bêyî ku li ber xwe bikeve îdîa kirk u çekên kîmyewî bi kar neaniye, lê belê eşkere bû ku artêşa Tirk beriya ji Saca bireve di vê bûyerê de gelekî çekên kîmyewî bi kar aniye û bûye sedema şehadeta 11 gerîlayên azadîya Kurdistan.

Ajansa me ya Nûçe Ciwan dosyeke taybet despêk kirîbû ji bo wan Şehîdan bi bîr tînen.

Nasnav: Adar Çiya
Nav paşnav: Canda Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Zekiye-Îsmaîl
Dem û cihê şehadetê: 5’ê Mijdara 2022 / Zap

Hevrêya me Adar li bajarê kevnar ê Rojavayê Kurdistanê li Amûdê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Di salên destpêkê de yên ku tevgera me xwe li Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir, ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava partiya me çêbû. Hevrêya me Adar jî bi vê wesîleyê hîn di zarokatiyê de partiya me PKK nas kir. Hevrêya me Adar bi çanda welatparêziyê ya ji derdora xwe wergirtî mezin bû û ev çand ji xwe re kir pîvanek. Her ku mezin bû armanca xwe ya tevlîbûna li nava gerîla jî mezin kir û ji aliyekî ve li hemberî zextên civakî yên li dijî jinê bû xwedî nerazîbûn, li hemberî jiyana ku li jinê tê ferzkirin bû xwedî nakokî. Li gel nakokiyên xwe têkoşîna jinê ya bi Rêberê me û PKK’ê re mezin bû ji nêz ve nas kir. Xwest ku tevlî nava vê têkoşînê bibe û armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne. Di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Adar diyar kir ku di tevlîbûna wê de bandora hevrêyên me yên şehîd hebû û ji roja ku tevlî bû û pê ve ji xwe re kir esas ku li ser xeta hevrêyên me yên şehîd bimeşe. Perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand û li garê dest bi pratîkê kir. Piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê yên faşîst êrîşî Kerkûkê kirin, ji bo gelê me yê li wê derê biparêze û li dijî mejiyê paşverû şer bike, tevlî komên destpêkê bû ku çûn Kerkûkê. Hevrêya me Adar wezîfeya xwe ya li vê derê bi serketî bi cih anî. Hevrêya me adar ku di vî şerî de bû xwedî tecrûbeyeke girîng a leşkerî, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Tevî zehmetiyên fîzîkî jî bi israra xwe derbasî herêma Zapê bû ku şer lê giran bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi fedakarî û hezkirina xwe ya li gerîlatiyê, zor û zehmetî hemû ji pêşiay xwe rakir. Li qadên ku lê ma bi hezkirian mezin a ji hevrêyên xwe û hêza çareserkirina zehmetiyan, bala hevrêyên xwe kişand. Di nava wan şert û mercên herî giran de ku mirovên bi tenduristiyeke baş jî zehmetiyan lê dikişîne, bi daxwaz û îradeya xwe ya bilind bû yek ji neferên pêşeng ên têkoşîna jinê. Weke milîtaneke YJA Starê ya şareza, hestiyariya jinê, bicihanîna pîvanên jin a azad û têkoşîna vê yekê ji xwe re ki sekneke girîng. Bi qasî aliyê îdeolojîk hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî ve jî bi pêş ve bibe û di bicihanîna taktîk û rêbazên gerîlatiya serdema nû de xwe gihand asteke girîng.

Ji roja 14’ê Nîsanê ku êrîşên dijmin dest pê kir heta roja gihişt asta şehadetê, di gihandina pêngava pêwîst a serdemê de û pêşengiya hemû hevrêyên xwe de roleke girîng lîst. Ji roja destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê ve, tevî hemû zehmetiyên fizîkî jî bê dudilî di nava berxwedanê de ma. Di hemû xebatên ku di vê pêvajoyê de hatin pêşxistin bi awayekî aktîf cih girt, di çalakiyên ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de roleke pêşeng lîst û tevî hemû êrîşên dagirkeran jî hevrêyên wî hêza berxwedanê ji kenê li ser rûyê wî digirt. Hevrêya me Adar, herî dawî di eniyên şer ên Şehîd Xursî de ji helwesta xwe ya milîtanîyê tawîz neda û ji berxwedanê re pêşengî kir, bi vê ruhê berxwedanê careke din nîşanî hemû cîhanê da ku îradeya Apoyî têk naçe û bi her tiştî dikare.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ÇAWA BIJÎN

Nivîsa Pêş

Zarokên panaber li Înglistan nayên parastin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Zarokên panaber li Înglistan nayên parastin

Zarokên panaber li Înglistan nayên parastin

Ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe li hember tecrîdê li ser Rêber APO kêm nekin

Ciwanên Êzidî têkoşîn û berxwedana xwe li hember tecrîdê li ser Rêber APO kêm nekin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.