NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê Rêberê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. 21 meh in agahî ji Rêberê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê stendin.
Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dan.
BERSIV NAYÊ DAYÎN, HEVDÎTIN TÊ QEDEXEKIRIN
Parêzer hefteyê du caran ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdanê dikin lê ne bersiveke erênî tê dayîn û ne jî bersiveke neyînî tê dayîn. Parêzeran di 22’ê Mijdara 2021’an de ji bo “hevdîtina lezgîn” serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dabûn. Hakîmtiyê bi hinceta ku di 12’ê Cotmeha 2021’an de hevdîtina bi parêzeran ji bo 6 mehan hatiye qedexekirin û di 18’ê Tebaxê de jî bi hinceta hevdîtina bi malbatê 3 mehan hatiye qedexekirin, serlêdana parêzeran red kir. Lê derbarê biryaran, parêzer nehatin agahdarkirin.
QEDEXEYA HEVDÎTINA BI MALBATÊ
Tevî ku di 18’ê Mijdara 2021’an de qedexeya hevdîtina bi malbatan re bi dawî bû jî, ji ber ku bersiv ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re nehat dayîn, parêzeran di 28’ê Adara 2022’an de careke din serî li Hakîmtiya Înfaza Ceza ya Bûrsayê dan. Parêzer xwestin bila hemû astengiyên li dijî hiqûqê yên derbarê serdana malbatan were rakirin. Hakîmtiyê di 29’ê Adarê de serlêdan red kir. Di hinceta redkirinê de hakîmtiyê îdia kir ku cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn û ji ber vî tiştî wê hevdîtin pêk neyê.
Di biryara redkirinê ya hakîmtiyê de hate gotin “Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 3’ê Sibata 2022’an de cezayê dîsîplînê daye û ji bo 3 mehan hevdîtina bi malbatê hatiye qedexekirin. Bi sedema ku ev ceza di 21’ê Sibatê de teqez bûye, daxwaza hevdîtinê hate redkirin.”
SERLÊDANA JI BO MAKEQANÛNÊ: ÊŞKENCE TÊ KIRIN
Parêzeran di 12’ê Gulanê de, piştî redkirina biryara hakîmtiyê, astengkirina hevdîtina malbatê bi cezayên dîsîplînê yên “neqanûnî” birin Dadgeha Makeqanûnê. Parêzeran di serlêdana xwe ya ji bo Dadgeha Makeqanûnê de bal kişandin ser “încommûnîcado” û diyar kirin agahînestendin tê wateya êşkenceyê, mafe hurmeta li hemberî malbat û jiyana taybet, mafê parastin û darizandina adilane hatiye binpêkirin û xwest ev tişt were tespîtkirin. Dadgeha Makeqanûnê hê bersiva vê serlêdanê nedaye.
ÎTÎRAZA LI HEMBERÎ QEDEXEKIRINA HEVDÎTINAN
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, piştî ku 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din di 7’ê Hezîranê de bi dawî bû, ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin û xwestin hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê bên rakirin û heke cezayên dîsîplînê yên nû hebin jî bila were ragihandin. Hakîmtiyê serlêdana parêzeran red kir. Hakîtmtiya sedema redkirina biryara redkirinê wekî “Cezayên dîsîplînê hê dewam dike” diyar kir. Parêzeran piştre di 15’ê Hezîranê de ji bo îtîrazê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê dan.
QEDEXEKIRINA HEVDÎTINAN
Dadgehê di 23’ê Hezîranê da bersiv da îtîrazê û diyar kir di 31’ê Gulanê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Îmraliyê ve 3 meh cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. Dadgehê îtîraz red kir.
Qedexeya hevdîtina malbatê ya 3 mehan a li ser Abdullah Ocalan di 15’ê Îlonê de bi dawî bû. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî ku qedexe bi dawî bû, di 16’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan nehate bersivandin. Li ser vê yekê parêzeran di 23’ê Îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin bila hevdîtinên bi malbatê pêk bên. Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê serlêdana di 5’ê Cotmehê red kir. Di hinceta redkirina hakîmtiyê de hat îdiakirin ku qedexeya hevdîtina malbatê ya ku di 9’ê Îlonê de ji aliyê Serokatiya Lijneya Disîplînê ya Îmraliyê ve bi îdiaya 3 meh cezayê dîsîplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn, di 28ê Îlonê de teqez bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku cezayê dîsîplînê di dema serdana Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya Girtîgeha Îmraliyê de pêk hat. CPT’ê di 3’ê Cotmehê de ragihand ku di navbera 20-29’ê Îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye. Di daxuyaniya CPT’yê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim lê tên ragirtin, serdan pêk hatiye. Lê belê li ser hûrgiliyên serdanê agahî nehatin belavkirin
AXAFTINA BI TELEFONÊ HATE QUTKIRIN
Abdullah Ocalan ku 23 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin, di 27’ê Nîsana 2020’an de yekem car mafê axaftinê bi telefonê stend. Di 25’ê Adara 2021’an de ji ber hin îdiayên di medyaya dîjîtal de fikarên raya giştî zêde bûn, Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivîbû. Lê belê Mehmet Ocalan ragihandibû ku ev hevdîtin hate qutkirin.
Parêzerên Abdullah Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22 Gulan, 12-18 Hezîran û 7’ê Tebaxa 2019an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn. Li aliyê din Abdullah Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’an de cara yekemîn mafê axaftinan bi telefonê bi kar anîbû.