REQA-Nêzî 60 delege ji endamên meclîs û kordînasyona Tevgera ciwanên şoreşger ji hemû herêman beşdar bûn.
Civîn bi deqeyekê rêzgirtin ji bo Şehîdên şoreşê dest pê kir.Piştî wê rewşa siyasî û leşkerî hat nirxandin ,di rewşa siyasî de di destpêkê de rewşa Rêber Apo li îmraliyê û rastiya tecrîdê hat nirxandin,piştî wê rewşa çiyayên kurdistanê û berxwedana gerîlla hat nirxandin ,di dawiya rewşa siyasî de jî rewşa Bakur û Rojhilatê hat nirxandin bi taybet lihevkirinên di navbera Rusya -Sûriye – Dewleta Tirk a dagirker de jî hat nirxandin.
piştî rewşa siyasî rapora salane ya hemû qadan hat xwendin û nirxandin her wiha ji aliyê ciwanan de nirxandin jî bi pêşketin di nirxandinan de ciwanan nêrîn pêşinyar û kêmasî yên xwe anîn ziman .
di dawiya civînê de pêşnûme biryar derket .