ATÎNA – Li paytexta Yewnanistan Atînayê, li dijî koma Berbanga Zêrîn a rastgir meşek hate lidarxistin, koma navborî wê serdana bîrdariya wan leşkeran bikira, ku di krîza girava IMIA de miribûn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) jî di nav de gelek welatparêz, çepgir, sosyalîst, komunîst û anarşîst beşdarî çalakiyê bûn û çûyîna koma faşîst a bîrdariyê hate astengkirin.
Di çalakiyê de ciwanên TCŞ’ê bal kişandin ser rola Partiya Berbanga Zêrîn a li Yewnanistanê ya di komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Abdullan Ocalan de.
Her wiha ji bo meşa dirêj a 3 rojan a li Lavrîoyê jî bang hate kirin ku wê bi dirûşma “Ji boa zadiya Rêber APO têbikoşe” bê lidarxistin.