EFRÎN – Ciwanekî kurd dema ji Helebê vedigeriya Efrînê , ji aliyê çeteyên Tirk a dagirker ve hatiye revandin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku beriya 2 hefteyan çeteyên dewleta Tirk a dagirker Ciwanekê Kurd bi navê Mihemed Hesen Xelîl, 22 salî hatiyê ji gundê Dêrswanê a bi ser navçeya Şera gundewarê Bajarê Efrîna dagirkirî hatiyê revandin.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku dema ew û xwişka xwe ji herêmên koçberkirî yên Helebê vedigeriyan bajarê Efrîna dagirkirî, ew li ser yek ji nuqteyên kontrolê yên çeteyên Dewleta Tirk hatin revandin. Bi hinceta ku bi Reveberya xweser ra dayî û standî , ber ve girtîgeha Maratê ya li navenda bajarê Efrîn a dagirkirî hatin revandin .
Çarenûsa wî heta niha ne diyar e. Her wiha çavkaniyan ragihandin ku çeteyan xwişka wî ji ber herêmên Rêveberiya Xweser hate dûr xistin.