NAVENDA NÛÇEYAN – Kurd ne ku min bihizirin, divê xwe bihizirin, komployê baş tahlîl bikin û hesabê vê pirs bikin. Ya bila piştgiriya min nekin, navê min qîr nekin, ya jî ku piştgiriyê didin min divê vê yekê pir bi hişmendî bikin. Pêwîst e hûn hemû bi hişmendî û berpirsyariyeke xurt ve piştgiriyê bidin min. Hûn di nav leyistikê de ne, pêwîst e hûn di zanebûna vê de bin. Ev ne tenê ji bo PKK’ê ji bo tevahî Kurdan girîng e.
DYE ji min re digot “Werin xeta me, hûn çi bixwazin emê bidin we”. Min ev nepejirand. Ji ber vê DYE û Îsraîl piştî salên 90’î ji bo pêşiya kevneperistiya Kurd veke, xwestin min tasfiye bikin. Di encam de em gihiştin vê derê. Bi komployekê heta vir anîn.
Destpêkê feodalên Kurd bi lêgerîna min a azadiyê hisiyan, pişt re hêzên derve ango rojava, DYE û herî dawî jî Clînton pê hisiya û dest avêtê. Ev ne bûyereke girtinê ya asayî ye. Piştî salên 90’î bûyera herî girîng a polîtîkaya DYE’yê ye. Tarik Alî bi têgiha çepa nû hinekî fêmkiriye. Pêwîst e bê dîtin ku ev girtin ne tenê ji bo xatirê Tirkiyê hatiye kirin. Ji bo DYE’yê bûyerekî pir pir girîng e. Ev rewş mijareke wêje û romaneke siyasî ya berfireh e. Divê trajediya Kurdan were vegotin kirin. Rewşenbîrên me, hunermendên me vê nabînin. Çanda Yahûdiyan wiha pêşket. Çîrokeke trajîk a dîroka pênc hezar salên dawî, heta ya 15 hezar salên dawî ye. Eve ewqas hêsan e! Divê em çanda 15 hezar salî nêvî bi wêjeyê, nêvî jî bi dîrokê bi çandê re pêşbixin. Di bûyera herî dawî de emperyalîzm hişyar bû û pêşiya me girt. Dibêjin ku, “Ev qahpika me ye, ma tu kî ye ku tu dixwaze wê ji destê me derxîne?” Min vala vala mînaka Enkîdo neda. Dubendiya Talabanî û Şemdîn ev e. Enkîdo jî nûnertiya hevkarê Kurd dike. Feodalên Kurd ên klasîk, zorbazên Rojhilata Navîn û DYE’yê, bi hevkarên xwe ve di kesayetiya me de xwestin Kurdê azad bifetisînin. Ger hûn vê tênegihêjin, hûn nikarin qral, desthilatdar û zorbazan ji hev derxînin.
Di Hz. Îsa de desthilatdariya diyarîker Roma bû. Heger desthilatdariya Romayê nebûya Îsa ne dihat girtin, ne jî diket çarmixê. Di girtina min de desthilatdariya diyarîker DYE’yê ye. Bê hebûna DYE’yê girtina min nedikarî were hizirandin. Rolê ku ji rêvebirên Tirkiye re hatiye dayîn, ji celad û pawanbûnê (Gardiyan) pêvetir ne tu tişt e. Rolê ku ji YE’yê re jî hatiye diyarkirin, nola hêza hiqûqa şaristaniya Rojava, di darazê de peyva dawî gotin e. Ev têkiliyên ku me bi rengekî çors danîn holê mirov dikare hîn şênbertir jî bike.
Kesên dixwazin mezin bimeşin, hevaltiyên mezin dixwazin. Ez dema li gund, hîna di temenê zaroktiyê de, di lêgerîna vê de bûm. Hasan Bîndal berhema vê lêgerînê bû. Çeteya bi lanet çawa bi vê hisiya ku tevî komployê kir. Hîna ji bo min fena pirsgirêkekê li bende çareseriyê ye. Lê belê ger komployê listika xwe ya li ser hevalê min ceribandibû bidomandaya, hîna wê demê dikarin li min bidin. Nexwe hevalê min hevalekî mezin bû.
Heger komplo û xiyaneta mezin a li dijî min di kesayetiya min de jî li dijî gelê Kurd û dostên min hate lîstin em venegerînin ser şereke rûmetê, wê dîroka bi lanet careke din hikmê xwe bi cih bîne. Ya rastî tenê ji bo vê bûyerê bi sedan hevalên giyan, hêja, keç û xortên ciwan xwe qîreqîr şewitandin, bûn hedefên guleyan, hatin girtin. Tenê ji bo bîranîna wan pêdiviya bi berfirehî nêzîkî bûyerê bûyin bênîqaş e. Jê hîn wirdetir pêşiya dubarebûna dîroka bi lanet birîn, erka şoreşa azadiyê ya sereke ye. Şikenandina dîrokî ji xulamiya bi lanet ber bi azadiyê ve zîvirandin, wê bibe serkeftina vê erkê.
Serdema herî dijwar a pêvajoya komployê bêguman bi dersên şewat û fêrkirinê ve tijî ne. Dema ez bahsa zirûfên ku tenê mirov dikare di mînakên Bûda û Zerdeşt de bibîne dikim, dibe ku ez dilnizm jî dimînim. Ev şert û merc didin fêrkirin. Hem jî bi rengekî xwerû û balkêş.
Di pêşxistina komplo û xiyanetê de kêmbûna dostanî û têkiliyên rêhevaltiyê gelekî bandorker bûye. Hîna ji zaroktiyê de tirsa min a nedîtina hevalên hêzdar, di vê pêvajoyê de ji tenê mayina min û bêçare hiştinê re zemîn pêşkeş kiriye. Tevî ku ji bo dost û rêhevaltiyên xurt min ked û hewleke bêhempa da kehaneta ku dayka min dema ez zarok bûm ji min re gotibû, ber bi pêkhatinê ve diçû. Hîna tê bîra min dema didît dilê min gelekî bi ser dost û hevalan de ye, digot “Ehmeq, dev ji van berde ev ji bo berjewendiyên xwe bi te re ne, wekî ku tu dixwaze bi te re naxebitin û nabin bi te re, tê vala derkeve û tenê bimîne.” Nexwe azweriyên wê yên jiyanê ji xeyalên zaroktî hîn rastîxwaz e, lê ez hîna jî wê baweriya xwe ya ku jiyana civakî bê dost û hevalên şanaz bi nirx û watedar nabe, diparêzim.
Ez di wê baweriyê de me ku bandora pêvajoya Îmraliyê ya li ser veguhertina kesayetiya min, di paraznameyên min de bi rengekî balkêş hatiye nivisîn. Di serî de bi qasî ji bo gelê Kurd, rêheval û dostan bi dersên mezin ve tijî ye ji bo dijberên min jî wisa ye. Divê misoger encamên mezin jê derxînin û ji bo her kesî mîna alîkariyeke mezin bê fêmkirin. Ez bawerim min îspat kir ku ez hemşeriyekî baş ê Eyûbê ku ji bo mirovatiyê êşa ewilî kişandiye û Îbrahîmê ku ev hesta şanaz kir têgihiştina mirovan. Çîroka çanda ku mirovên îro afirandiye di van çîrokên nebiyan de veşartiye. Min ew vegerandin zimanên demê û ji bo xwendina wan hewl da. Wê dîrok ji bo serkeftinê gotina pêyvên pêwîst bidomîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan