NAVENDA NÛÇEYAN – Elmanya, Îngilistan û Hollandayê ji ber fikarên ewlekariyê serkonsolosxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin. Kanadayê jî bi koda lezgîn peyamek ji welatiyên xwe re şand ên li Tirkiyeyê ne û yên dixwazin biçin Tirkiyeyê.
Di peyamê de hate gotin, “Ji ber gefa êrîşê û çalakiyên gengaz ên li welêt, li Tirkiyeyê gelekî baldar bin.”