ŞEHBA – Hemleya komkirina îmzeyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dewam dike û endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Şehba tevlî wî hemleyê dibin.
Li Şehba Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ji bo pêkanîna azadiya Rêber APO ya fîzîkî dest bi hemleya îmzê kirin. Ciwan û jinên ciwan îro li Babinîs îmze kom kirin. Gelê Babinîs ji bo azadiya Rêber APO ya fîzîkî bi tevlîbûnekî xurt îmza komkirin.