NAVENDA NÛÇEYAN – Duho evarê jinen ciwanên têkoşer li Swisrê di bajarê Zurich meşekê bi dirûşma “Agirê Viyan Soran agirê Rêber Apo ye” lidarxistin, Viyan Soran hate bîranîn ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bedena xwe dabû ber agir. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re, Statu ji Kurdistanê re” hildan û Veysî Taş û Mehmet Akar jî bi bîr anîn.
Endamen TekoJIN ya Hannoverê li Hildesheim li Almanyayê jî bi meşekê çalakiya Şehîd Viyan Soran bi bir anîn û bang kirin ku tecrîda girankirî ya li hember Rêber APO xwurt bikin. Her wiha jinên ku di têkoşîna dijî faşîzmê de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.