ŞEHBA – Îro li Şehbayê Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrîn û Şehba Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar vekirin û ji bo salvagera şehadeta Şehîd Viyan Soran bîranînek li dar xistin. Bi dehan jinên ciwan tevlî vekirina Akademiya bûn. Bernameya vekirina Akademiya Şehîd Hêzil Rizgar bi deqeyeke rêzgirtin ji bo şehîden şoreşa Kurdistan despekir. Piştî we dayîka Şehîd Hêzil ser navê meclîsa malbatên Şehîdan axifî û vekirina Akademiya jinên ciwan pîroz kir û bal kişand li ser şehîdên azadiyê.
Di odeya akademî wêneyên Şehîd Viyan Soran û Şehîd Sakîne Cansız hatin xemilandin û ji bo biranîna Şehîd Viyan Soran mûm hatin pêxistin. Di dawiyê bernameya vekerina akademî jinên ciwan stran ji bo şehîdan gotin û we akademî di tevahî jinên ciwan hatiyê pîroz kirin.