ATÎNA – Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Navenda Çanda Kurd a Yewnanîstanê, li dijî tecrîda sîstematîk a li ser Rêber APO ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve di çarçoveya komploya navneteweyî de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku lê tê girtin, meşek girseyî hate lidarxistin.
Xwepêşandana ku li Qada Akademia destpê kir û ji Parlamentoya Yewnanîstanê ber bi Konsolosxaneya Tirk ve çû, gelek zarok, jin û ciwanan piştgirî dan çalakiyê.
Li ber konsolosxaneya Tirk dirûşmên “Qatil Tirkiye”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî Serok APO” û gelek dirûşmeyên bi zimanê Yewnanî hatin qîrîn. Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.