MEXMÛR – Îro seat 15:00’de di wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmurê de, bîranîna Şehîd Soro Gabar hate pêkanîn.
Merasîm bi dakikayek rêzgirtinê ve despêkir, piştra nasnameya şehîd û daxuyaniya HPG hate xwendin. Piştî xwendina daxuyanî Hevseroka Meclîsa Gel Yusif Kara axivî, di axaftina xwe de bal kişand ser malbata şehîd, dîyar kir ku “Her malbat re nasîp nabe û her malbat nikare zarokên egîd mîna heval Soro û her dû birayên vî ku di oxirî welatê xwe de gihiştine asta şahadetî mezin bikin.”
Dayîka Şehîd Soro, Emîne Ötûn ku dayîka 3 şehîdane jî di merasîmê de axîvî û wan gotinan anî ser ziman “Hûn hemû serçeva hatin ev şehîd ne tenê ya me yê ve hemûyan e, serî me bi vî bilinde”
Piştî axaftinan durişmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin avêtin.