KOBANÊ- Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê meşek ji bo azadî û şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hate lidarxistin.
Meş ji Qada Azad a Jinê destpê kir û heta Qada Aştî dom kir.
Li vir li ser navê jinên ciwan daxuyanî ji aliyê Firyal Temî ve hate dayîn.
Temî bal kişand ser erk û berpirsyariyên ciwanan û got ku erkê wan azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Temî anî ziman ku heta Ocalan azad nebin wê li qadan bin û çalakiyên xwe dewam bikin.