NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ku bi dirûşmeya, “Em ji bo çareseriyê ber bi Îmraliyê ve dimeşin” hatibû birêxistinkirin, wê îro (6 Sibat 2023) ji navçeya Gever a Colemêrgê, û navçeya Qoser a Mêrdînê destpê bikira. Lê ji ber erdheja mezin a li Bazarcix û Dîlokê çêbûye, meş hat betalkirin. Meşvanên ku li pêşiya avahiya HDP’ê ya Geverê kom bûn, ji bo mexdûrên erdhejê banga alîkariyê kir.
Meş ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) hatibû organîzekirin.