BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Di encama çalakiya hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin.
Çeperên berxwedanê yên gerîla ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi dehan carî bi tank û çekên giran hatin bombekirin.
Agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan bi vî rengî ne:
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;
5’ê Sibatê saet di 18:30’î de li navçeya Şêladizê ya Amediyê bi çalakiya gerîla ya koordîneyî li dagirkerên li derdora gundê Sîdayê hate xistin. Hêzên me xwe berdan nava dagirkeran û bi çekên giran lê dan. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
5’ê Sibatê li navçeya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora gundê Sîdayê bi dehan caran bi çekên giran û tankan hatin bombekirin.”